ÊLIH - Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve beriya 31 salan li Êlihê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê dema diçû nûçeyê di 24’ê sibata 1992’yan de ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve beriya 31 salan li Êlihê hate qetilkirin, di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya Goristana Çamlica ya Êlihê hate bibîranîn. Di bîranînê de rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endamên wê, rojnamevanên li bajêr û her wiha Malbata Altûn, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, Tevgera Jin Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Di Dêrguşa Şaristaniyê De Winda Kirine re (MEBYA-DER), HDP, DBP, Hevserokên Partiya Çep a Keskan û rêveberên wê di bîranînê de amade bûn. Rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî yê di bîranîna bi rêzgirtinê destpêkir de axivî, diyar kir ku çapemeniya azad a zextên li ser gel, êşên gel û berxwedana wî ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne her tim di hedefa hêzên tarî de ye û anî ziman ku Altûn di bin çavdêriya dewletê de hate qetilkirin.
‘KUJERÊN ALTÛN DIYAR IN’
Degîrmencî, da zanîn ku faîlê Altûn diyar e û wiha got: “Kujerên Altûn bi gelek belge û raporan derketin holê. Rêya ku şehîdên çapemeniyê xêz kir, tarîtî ronî kir hêj jî ronî dike.” Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku berî ku Altûn bê qetilkirin serî li miduriyeta polîsan da ku kesên dixwazin wî bikujin hene û wiha got: “Lê desthilatê bergirî negirt. Û li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Kesê ew kuştî bi çeka xwe ve hate girtin. Lê ev kes ji ber çeka bêruhset hate binçavkirin. Li Saziya Tiba Edlî jî derket holê ku çek vî bikaranî ye. Lê dîsa nehate darizandin. Di bûyera ku faîl diyare de kesek nehate darizandin.”
DI ROJNAMEVANIYÊ DE ISRAR
Boltan, bi lêv kir ku rojnamevan her tim bi kuştin, binçavkirin û girtinê re rûbirû ne û wiha berdewam kir: “Çawa ku hevalên me di salên 90’î de mirin li ber çavan girtin û rojnamevaniya xwe domand niha jî tevî hemû zextan di rojnamevanê de israr dike. Û kevneşopiya çapemeniyê didomînin. Pênûsê hevalê Cengîz tu caran li erdê nema û namîne.”
Piştî axaftinên hatin kirin beşdarvanan qurnefîl danîn ser goristanê, biranîn bi xwendina helbesta ku nivîskar Zubeyîr Çelîk a bi navê “Nûnerên ronahiyê û şehîdên çapemeniyê” ku ji bo rojnamevanan nivîsandiye bi dawî bû.
Helbesta ku Çelîk nivîsandî wiha ye:
“Leşkerên ronahi ew in
Peyrewên Yezdanê mezin
Rê dijwar in dîtin, gotin,
Ji bo însan xebat kirin
“ji “qal û bela” bi peyman in
Girêdayî ne jê naqetin
Li her derê rast dibêjin
Welew serî li ser bidin
Li dij Fîr’ewn û Nemrûdan
Mûsa, Îbrahîm û Bûdan
Zerdeşt û Manî ronî dan
Zilma Roma û Yehûdan
Îsa Mesîh li çarmix dan
Ebûcehlan pir ezyet dan
Roniya çavan Mihemmedan
Mu’awuyan û Harûnan
Xwe kirin siltan li ser însan
Ebû Mislim ji Xurasan
Ji bo bindestan serî hildan
Gihan karwanê şehîdan
Pir Hellac û Mihyedîn an
Rastî gotin serê xwe dan
Mezra botan axa kevnar
Gelek xweşmêr û namîdar
Oldar, hozan û zaniyar
Mirovahî kirin jîndar
Cizîrî û Xanî û Hejar
Cegerxwînê dil pêta ar
Ji nû ve gel kirin hişyar
Şên kirin Cûdî û Gebar
Ji dîrokê ev ronî hat
Roja me derket nav welat
Stêrk li dorê bûn civat
Êdî bindest nakin tebat
Ji hêlekî çekdar xebat
Ji hêlek dî pênûs lebat
Me xwe nas kir ev e heyat
Av dan jiyan Dîcle û Firat
Eşqa welat pir şêrîn e
Asteng li pêş xwe nabîne
Apê Mûsa bi bîr bîne
Şehîd pîrê rêzanîn e
Şûr wek pênûsê tûj nîn e
Cengiz rêçê dişopîne
Digel Hafiz û Çetîn e
Dîrok bi xwîn nivisîne
Nivîsdandin ji bo xortan
Pir heval û dost yaran
Pey rêça wan ketin karan
Ji bo bindest û bêçar an
Jîn afirandin li her war an
Bîranîna wan serdar an
Roniya me evîndar an.”