SEMSÛR - Mexdûrê erdhejê Eyup Tûfan Karakaş ku dê, bav, kek û xwesiya wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “AFAD roja 2'yan hat lê tu amûrên wan ên xebatê tune bûn. Amûrên xebatê roja 3’yan hatin, lê tu kes nema.”
Erdhejên Mereşê ku di 6'ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Ji bajarên ku herî zêde bandor ji van erdhejan girtin jî yek jê Semsûr e. Li Semsûrê li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê li vî bajarê em bi kê re axivîne, hemûyan jî xizm û nasên xwe winda kirine. Li gor welatiyan di ser 30 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran mirov li Goristana Nû ya Şeredariyê ya li Taxa Bahçecîk a Semsûrê hatin veşartin. Em li goristanê bi mexdûrê erdhejê Eyup Tûfan Karakaş re ku di erdhejê de dê, bav, kek û xwesiya wî jiyana xwe ji dest dane, axivîn.
DÊ, BAV, KEK Û XWESIYÊ WÎ JIYANA XWE JI DEST DANE
Karakaş diyar kir ku di erdhejê de dê, bav, kek û xwesiya wî jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Mala me hilneweşya lê dêya min, bavê min, kekê min û xwesiya min di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî 2 rojan me cenazeyê wan ji bin kavilan derxistin. Dê, bav û kekê min di malekê de jiyana xwe ji dest dan. Mala xwesiya min jî li taxeke din bû, cîranan digot bi şev dengê wê hatiye lê wê şevê sar bû û jî piştî demekê jiyana xwe ji dest da. Tenê me karibû birayê min ê biçûk ji nav kavilan derxîne. Ew jî em ketin bin dîwar û me bi derfetên xwe ew derxist.”
‘TU KES NEMA’
Karakaş bi lêv kir ku piştî 2 rojan karibûne cenazeyan derxînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min futbolvan bû, berê jê re digotin Ahmedê Biçûk. Di Semsûrsporê de dilîst. Zerara wî ji kesekê/î re tune bû. Ez niha difikirim heke min bi destê xwe ew kavil vedana min ê bikaribûna dê, bav û kekê xwe derxîne, lê tiştek ji dest min nehat. Ne dê, ne bav û ne jî kekê xwe min nikaribû derxîne. Her sêyan li bi hev girtibûn û wisa jiyana xwe ji dest dabûn. Xizm û nasên me jî di bin kavilan de man, hemû jî çûn tu kes nema.”
‘HEKE ZÛ BIHATINA...'
Karakaş destnîşan kir ku dereng mudaxileyî kavilan hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tîmên alîkariyê tune bûn, me wisa bawer dikir ku heta êvarê tîmên alîkariyê wê bigehêjin me, lê du roj derbas bûn di televîzyonê de navê Semsûrê jî derbas nebû. Wê deme min fêm kir ku alîkarî wê dereng were. Jixwe yên ku rizgar bûn jî bi derfetên xwe rizgar bûn. Heke timên AFAD’ê zû bihatana wê gelek cuda bûna. Nîviyê kesên ku jiyana xwe ji dest dan wê sax bûna. Roja duduyan timên AFAD’ê hatin lê tu amûr di destê wan de tune bûn. Piştî roja 3’an amûrên AFAD’ê hatin lê edî tu kes nema. Lê gel aliyê hev dikir. Ji her derê mirov hatibûn û alîkarî dikirin."
MA / Mahmet Altintaş - Zerrîn Sargut