Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin

  • jin
  • 14:48 8 Adar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Bi boneya 8’ê Adarê li Silopiyayê meş hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di meşê de got ku ew dê serê xwe netewînin, ne tenê di 8’ê Adarê de lê dê her roj li qadan bin û bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe mezintir bikin.
 
Jinên Botanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” meşiyan. Jinên ku li Taxa Cudî hatin ba hev, ber bi avahiya HDP’ê ve dest bi meşê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û gelek jin tev li meşê bûn. 
 
Di meşê de pankarta “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” hatibû vekirin. Her wiha wêneyên herêmên erdhêjê, wêneyên jinên hatine qetilkirin ên Nagihan Akarsel, Evîn Goyî, Denîz Poyraz û gelek jinên din hatin hilgirtin. Piştre jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ve hate xwendin..
 
 ‘ÊŞ Û DAXWAZÊN ME HEVPAR IN’
 
Îmîr, diyar kir ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam e û wiha got: “Em li vir hemû jinên li her çar parçeyan Kurdistanê li dijî zilm û zordestiyê li ber xwe didin silav dikin. 8’ê Adarê li wan pîroz be. Em di sedsala 21’emîn de li dijî kesên ku destdirêjiyê vîn û têkoşîna jinê dikin, têdikoşin. Bila bibînin ku jin li qadan in. Jin dixwazin pergala heyî biguherînin. Yên ku li hemberî koletiyê û zilmê li ber xwe didin, jin in. Jin li dijî pişaftinê, qirkirinê dengê xwe bilind dikin. Qirkirina li dijî jinan ne tenê li welatê me li her devera cîhanê berdewam e. Jinên kurd çi bikêşin jinên ereb, tirk û arjantînî jî wê êşê dikêşin. Êşên me û dixwazên me hevparin.” 
 
‘BI DIJMINANE ÊRIŞ DIKIN’ 
 
Bi domdarî Îmîr got ku jin dê li dijî zordestiyê serê xwe netewînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me kirasê koletiyê çirandiye. Ji ber wê ye ku bi hiqûqa dijminatiyê êrişî têkoşîna me dikin. Di hemû armanc ù hedefên wan de jin hene. Lê her carê rastî têkoşîna me tên. Dixwazin ku tola xwe ji jinên têkoşer hilînin. Îsal jî jinan têkoşîna xwe derxistin lûtkeyê. Gelek hevalên me yên jin ên têkoşer weke Ayla Akat Ata, Leyla Guven hatin girtin. Dixwazin bi van pêkanînan têkoşîna me qels bikin. Lê jin dê wan diwaran jî derbas bikin. Îro bi tayê pora jinan serhildanek çêbû. Civaka ku jin tê te azad nebe ew civak qels e. Em li dijî vê têdikoşin. Ev êriş li dijî têkoşîna me ye. Bi dijminahî êriş dikin. Îro li zindanan, li kolanan û parlementoyê dixwazin ku dengê jinan qut bikin. Dixwazin jinên kole biafirinin. Lê em serê xwe natewînin. Ê ku têkoşîna me hedef digire îro îktîdara wan diheje. Em li hemberî tecrîdê, zordestiyê û qirkirina xwezayê têdikoşin.” 
 
 ‘EM Ê HER ROJ LI QADAN BIN’
 
Di berdewamê de Îmîr peyama xurtkirina têkoşînê da û axaftina xwe wiha qedand: “Ev karesata erdhejê, encama polîtîkayên wan bû. Çawa ku me tiştên wan bi sala ye bi ser ê me anîn ji bîr nekiribin, dê van êş û elemên wan bi erdhejê bi me dayîn jiyîn jî ji bîr nekin. Bila bizanin ku wijdana wan, polîtîkaya wan di bin wan kavilan de ma. Nekarîn serê me bitewînin û dê nekarin jî. Em vê rewşê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bi vî ruhî em ê alaya têkoşînê bilind bikin. Bi ruhê jin jiyan azadî têkoşîna jinan mezin dibe. Ne tenê 8’ê Adarê em ê her roj li qadan bin. Tu kes nikare li hemberî vê têkoşînê bisekine.”
 
Çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 

Sernavên din

11/03/2023
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir