Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê

  • jin
  • 23:12 8 Adar 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan bi boneya 8'ê Adarê li Taksîmê ji du milan ve Meşa Şevê ya Feminîst li dar xist. Jin, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandin Taksîmê. Jinan bi dirûşmeyan barîkat derbas kirin. 
 
Bi dehan saziyên jinan ên di bin banê Platforma Meşa Şevê ya Feminîst a 21'ê de, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo Meşa Feminîst ku xwestin li Taksîmê li dar bixin, li deverên cuda yên Cîhangîr û Karakoy kom bûn. Qeymeqamtiya Beyoglûyê meşa jinan a ber bi Taksîmê ve asteng kir. Piştî astengiyê dirûşmeyên jinan li kuçe û kolanan olan dan. 
 
SERÎHILDAN
 
Bi hezaran jinên ku li ber Otoparka Biqat a li Cîhangîrê kom bûn, beriya meşê pankarta "Em bihêrs in, şîna me heye, em li dijî rûxandina kapîtalîst a patrîyarkal di îsyana feminîst de ne" vekirin û tim dirûşmeya "hikûmet îstifa", "bijî piştevaniya jinê" û "jin, jiyan, azadî" berz kirin. Dirûşmeyên jinan li kuçeyan olan da. Her wiha jinan bênavber lîrandin û li pîspîskê xistin. Jinan dowîzên li ser "Hûnê bên darizandin" bilind kirin. Polîsan jî barîkat danîn pêşiya jinan. 
 
JINÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Tevî hemû astengiyan jî jinan bi yekdengî dirûşmeya "hikûmet îstifa" berz kirin. Di çalakiyê de navê jinên hatin qetilkirin hatin bilêvkirin. Jinan bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê û gotin ku kuştina jinan polîtîk e. Her wiha jinên ku xweparastine û ji ber vê hatine girtin jî hatin bibîranîn. 
 
BERTEKÊN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Jinan bal kişand ser budçeyê jî û gotin budçe ji dêvla ku ji bo jinan, jiyanê û xwezayê bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin. 
 
LI KARAKOYÊ PROTESTO
 
Bi sedan Jinên li Odeya Mîmaran a li Karakoyê kom bûn jî, ji Kolana Mûmhaneyê ber bi Kolana Sanatkarlarê meşiyan. Bi sedan jin li Kolana Bogazkesê li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gomuştaş jî li vir tevlî jinan bû. Jinan dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî", "Ne karesat, komkujî", "Em bihêrs in, di îsyanê de ne", "Jinên hatin qetilkirin îsyana me ne" û "Xwedî li mafên xwe, azadiya xwe û pêşeroja xwe derkeve" berz kirin. Li vir jin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di dema astengkirinê de jinan bi yek dengî dirûşmeya "Her der Taksîm her der berxwedan" berz kirin û astengiya polîsan şermezar kirin. 
 
MEŞALE HATIN VÊXISTIN
 
Dirûşmeyên jinan demeke dirêj li kolanê olan dan. Jinên ku ji Karakoyê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan, li Kuçeya Emanetçiyê cardin rastî astengiya polîsan hatin. Jinan li vir meşalê vêxistin û sekinîn. 
 
HER DU MIL GIHÎŞTIN HEV
 
Tevî hemû astengiyan jî jin li ber xwe dan. Jinan bi çepik û dirûşmeyan barîkatên polîsan derbas kirin, gihîştin Cîhangîrê. Jinan dirûşmeya "Her der Taksîm, her der berxwedan" berz kirin. Jin bi dirûşmeyan bi koma jinan a Cîhangîrê re bûn yek. Li vir polîsan bi yekndegî gotin "Bicehim polîs, kuçe yên me ne." 
 
DAXUYANÎ
 
Jinên Kedkar (EKA) jî li Qada Taksîmê daxuyaniyek da. Gelek jinên ku li hev kom bûn pankarta "Em ê ji kavilên kapîtalîzmê cîhaneke nû biafirînin" vekirin û dirûşmeya" Bijî piştevaniya jinê" berz kirin. 
 
RÊYÊN BER BI TAKSÎMÊ VE HATIN GIRIN
 
Rêyên Cîhangîrê yên ber bi Taksîmê ve ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Bi sedan polîs derdora jinan dorpêç kirin. Li vir daxuyanî hat dayîn. Dauxyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya kurdî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Remziye Alparslanê û ya tirkî jî ji aliyê Ece Zelal Almayê ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de li ser erdhejên li Mereşê hat sekinandin û hat gotin ku berpirsê vê karesatê desthilat e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tekane rêya avakirina jiyana nû têkoşîn e û soz hat dayîn ku dê jin têkoşîna xwe bidomînin.
 
Jin piştî daxuyaniyê berê xwe dan barîkatên polîsan, ji bo biçin Taksîmê. Jinan got "Em natirsin, em serî natewînin" û li barîkatên polîsan xistin. korkmuyoruz, itaat etmiyoruz” ve “Aç aç barikatları aç” sloganlarıyla polis kalkanlarına vurmaya başladı.
 
LÊDAN Û BINÇAVKIRIN
 
Polîsan jî bi gaza îsotê êrişî jinan kir. Jinan jî bersiv da û hin mertal û kaskên polîsan bi dest xistin. Paşê polîsan bi awayekî tund êriş kir û bi lêdanê gelek jin binçav kirin. 
 
Paşê bi sedan polîs, bi mertalan jinan dorpêç kirin. 
 
Komek endamên Tevgera Jinên Sosyalîst, xwe gihandin Kolana Îstiklalê û li vir dest bi meşê kirin. 
 
Jinên hatin binçavkirin li wesayîtên binçavkirinê hatin siwarkirin. Nehat hînkirin ku polîsan jinên binçavkirî birin ku derê. 

Sernavên din

11/03/2023
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir