Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir

img
MEREŞ - Mexdûra erdhejê Xanim Adiguzel a 77 salî ku mala wê ya li gundê Atmalikaşanliyê di erdhejê de hilweşiya, bang li mexdûrên erdhejê kir ku li xaka xwe vegerin. 
 
Di encama erdhejên Mereşê de li Elbistanê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û navenda navçeyê wêran bû. Mexdûrên erdhejê yên ku xizmên xwe winda kirin û malên wan hilweşiyayîn, ji navçeyê koç kirin. Yek ji sedemên din ên koçberiyê jî nehatina alîkariyan bû. Alîkariyên heyî têr nedikir ku mexdûrên erdhejê bikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî bikin. Her wiha konên hatin belavkirin jî ji bo şert û mercên zivistanê nekêr bûn û qadên ne bi hîjyen jî kir ku welatî bêhtir koçber bibin. Koçberiya li Elbistanê didome û li hêla din jî xelkê navçeyê hêdî hêdî vedigere. Ji mexdûrên erdhejê Xanim Adiguzel a 77 salî, ji ber şert û mercên nebaş, di rojên ewil ên erdhejê de neçar ma ku koçî Enqereyê bike. 
 
LI GEL HEVJÎNÊ XWE 7 ROJAN DI WESAYÎTÊ DE MA
 
Xaltiya Xanim wiha qala kêliyên erdhejê dike: “Erdhej bi şev çêbû, min bi pişta kalo girt û di wê şeveqê de derxist derve. Kalo nikare xwe li ser pêyan bigire û çavên wî nabînin. Min bi zor û zehmet ew derxist. Min ew berneda. Bi roj min şorbe danî ser sobeyê. Çay çê kir, nanê sêlê danî ser. Got ‘gurm.’ Min her tişt berda, kalo berda û reviyam. Ez ketim lê dîsa rabûm, ketim dîsa rabûm. Bi qasî metreyekê berf li erdê hebû. Ez bi çarlepkî çûm. Min li pey xwe nihêrt û dît ku kalo jî tê. Piştre me xwe xelas kir. Min bangî cîranên xwe kir. Em çûn cem xizmên me. Em xistin texsiyekê. Heta serê sibehê tevî xizmên wî di wesayîtê de man. Tevî kalo em 7 rojan li ser kursiyê rûniştin.” 
 
‘EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN’
 
Bi domdarî xaltiya Xanim got ku di roja 7’an de zavayê wê ji Enqereyê hatiye û ew û hevjînê wê bi xwe re biriye. Xaltiya Xanim ku çendek rojan li cem keça xwe ya li Elbistanê ma, dîsa vegeriya mala xwe ya li Taxa Atmalikaşanliyê. Adiguzel, axaftina xwe wiha domand: “Li pişt deriyê malê tu kevir, dîwar name ne. Banê avahî hema wisa disekine. Ez ê biçim konekî. Min ji xêrxwazekî du betaniye standin. Ka ez çi bikim? Zarokên min dibêjin; ‘dayê neçe.’ Ez ê biçim. Em nikarin dev ji gundê xwe, gelê xwe, xaka xwe berdin. Bila zarokên me, cîranên me, hevalên me, kurd dîsa vegerin. Cihê we li ser serê min e. Em dev ji xaka xwe bernadin. Ev der xaka me ye.” 
 
‘YÊN KOÇ KIRÎN BILA VEGERIN’
 
Xaltiya Xanim tevî israra zarokên wê jî dev ji xaka xwe berneda û herî dawî wiha dibêje: “Ez dixwazim bêhna axê bigirim ji ber ku zarokên min li ser wê xakê mîna gulekê mezin bûn. Erdhej bi zora min naçe lê mirovên ku alîkariyê nadin hev bi zora min diçin. Ez çûm Mêrsînê, li wir di kirê de mam, min şerm kir. Li gund cîran, heval, televîzyon heye. Di nav zeviyan de dem derbas dibe. Werin, vegerin gundê xwe! Ez ji gundan, ji axê hez dikim. Bila her kes vegere. Pirsgirêkek çêbû û çûn, bila kesên koç kirîn dîsa vegerin.” 
 
MA / Yusra Batihan 
 

Sernavên din

11/03/2023
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê