Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

img
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 23 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 23 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE
 
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bû. Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re. Parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran xwest ku hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û hevdîtin pêk bên. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiv da serlêdanê û serlêdan dîsa red kir. Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku cezayên nû yên disiplînê li Abdullah Ocalan hatine birîn û diyar kir ku bi vê sedemê dê destûra hevdîtinê neyê dayîn. Di biryara xwe ya redkirinê de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû serlêdêran heta 3 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re daye û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûye. Lewma jî ev serlêdan hatiye redkirin.”
 
JI BO ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN SERÎ LI AYM’Ê DAN
 
Parêzerên Ocalan piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, di 12’ê adarê de bi sedema ku hevdîtinên malbatê bi rêya cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de parêzeran bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq (incommunicado) û gotin ku rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye û xwest ku AYM tespîta binpêkirina mafên rêzgirtina li hemberî jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê rêya serlêdaneke bibandor bike.
 
SEPANEKE FIÎLÎ
 
Biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ku ji ber cezayê disiplînê yê di 3’yê sibatê de hatibû dayîn, di 7’ê hezîranê de bi dawî dibû. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûye lewma jî divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û heke cezayên nû yên disiplînê hebin jî di vê mijarê de bên agahdarkirin. Dadgeriyê rojek piştre bersiv da serlêdana parêzeran û got ku cezayên disiplînê hêj bi awayeke fiîlî didomin û bi vê hincetê serlêdana parêzeran red kir.
 
Li ser redkirina serlêdanê, parêzeran di 15’ê hezîranê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir.
 
CEZAYEKE NÛ YÊ NAYÊ ZANÎN
 
Dadgehê di 23’yê hezîranê de bersiva îtîrazê da. Di bersivê de dadgehê destnîşan kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31’ê gulanê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê displînê yê ji bo 3 mehan biriye û îtîraz red kir.
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE YA JI BO 6 MEHAN
 
Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Abdullah Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê nîsanê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dadgeriyê di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye. Têkildarî hinceta qedexeyê dîsa tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.
 
HEVDÎTINA LI SER TELEFONÊ
 
Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana sala 2020’an de karî ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd bigire. Piştî ku têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya civakî çendek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn. Bi mezinbûna bertekan re Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin.
 
EV 3 SAL IN TU HEVDÎTIN NEHATINE KIRIN
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.

Sernavên din

16/03/2023
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin