Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne

img
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê avahiyên qaçax daxuyaniyek da û wiha got: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û eywanên dawetê ku ji hêla hemî kesan ve têne bikar anîn.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî avahiyên qaçax daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev bajar bêxwedî nîne” hat vekirin û dowîzên “Her der rant, her der talan”, “Efûyên îmarê dikuje”, “Desthilat wê hesap bide” hatin rakirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy, endam û rêveberên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘SÛC DIKIN’
 
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend û destnîşan kir ku qeyûm şirîkatiya sûcan dike. Kahraman bi bîr xist ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê 2 erdhej çêbûn û li 11 bajaran encamên ku nayên vegerandin pêk hat û wiha got: “Di binê van kavilan de bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran birîndar bûn, serpêhatî veguherî travmayên mayînde yên ku nayên jibîrkirin. Berpirsiyarên van êşan, heman biryarên şaş didin û bi heman hilbijartinan gelê me mehkûmî mirinên nû dikin. Her wiha bi efûyên îmarê re gelek avahiyên bêkontrol, bi rîsk û derqanûnî ji mirovan re bûne gor. Yên ku bêçalaktiyê weke çarenûs nîşan didin, yên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya berjewendiya civakê, bûne sedema van êşan. Hêzên siyasî, saziyên giştî yên dewletê û rêveber di van êşan de xwedî para mezin in. Lê belê, hemû rêveberiyên şaredariyên li welêt, çi hikûmet û çi jî muxalefet bin, hevparên heman berpirsiyariyê ne. Cenazeyên me ji ber kesên ku erka xwe pêk neanîn, bi taybetî jî hêzên siyasî di bin kavilan de man.”
 
JI WEZARET Û ŞAREDARIYÊ RE NAME ŞANDINE
 
Kahraman da zanîn ku saziyên xwedî erk û rayeya çavdêriyê erka xwe pêk naynin û wiha berdewam kir: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û salonên dawetê ku ji hêla hemî kesan ve têne bikar anîn. Li bajêr ji hêla Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê ve gelek xebatên înşaetên bêrûxset û avahîyên dereqanûnî hatin tesbîtkirin û di çarçoveya van tespîtan de ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya bajar bi taybetî ji şaredariyan re gelek name hatin nivîsandin. Di tevahiya pêvajoyê de ji bo ji holê rakirina van nakokiyan çalakî hatin lidarxistin.”
 
BANG LI RAYEDARAN HAT KIRIN
 
Kahraman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê çarçoveyê de em bang li rayedaran dikin. Divê dev ji şirîkatiya van cinayetan bê berdan. Divê destûrnameyên karsaziyê, lîsansên xebitandinê û destûrnameyên xebitandinê yên ku ji avahiyên di bin desthilatdariya rêveberiya herêmî, midûriyeta bajar an wezaretê de hatine dayîn, bi kontrolkirina lihevhatin û saxlemiya avahiyan bi prosedurên qanûnî re ji nû ve werin sererast kirin. Em weke her car ji raya giştî re radigihînin ku me li dijî her kesê ku avahiyên bê ruxset, bê kontrol û derqanûnî qebûl dike û hevparê vî sûcî û qazanciyê ye, serlêdana sûc kiriye û em ê bi hişmendiyek jiyana me biparêze berpirsyarî û têkoşîna xwe bidomînin. Em we vedixwînin ku li dijî her naqokî, rîsk û bêaqiliya ku me mehkûmî mirinê dike, hevgirtinê nîşan bidin û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê bi hev re bajarên wekhev, jiyanbar û ewle ava bikin.”
 

Sernavên din

16/03/2023
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin