ENQERE - Dosyayên parêzbendiyê yên parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Mûsa Pîroglû û parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Dosyayên parêzbendiyên yên Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Huda Kaya û Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Bariş Atay pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Dosya, bi mebesta rakirina parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin û sewqî Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê hatin kirin.