RIHA – Ciwanan li navçeya Wêranşar a Rihayê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê ciwanên ku li hev kom bûn agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hilkirin.
Her wiha ciwanan dengê Abdullah Ocalan ku ji bo Newrozê gotibû, “Newroz ji bo gelê me û hemû gelê alemê pîroz bê” jî dan guhdarkirin.