Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be

img
WAN - Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvashê Şîr Ahmed Şîranî Naroûyî, bilêv kir ku teî hemû destdirêjî û gefên hêzên rejîmê jî dê gelên Îranê li qadan bin. 
 
Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, didome. Lê kesên ku di serhildanê de hatine binçavkirin û girtin rastî îşkenceyeke giran û destdirêjiyê tên. Ji roja çalakî dest pê kirine heya nih bi dehan girtî ji ber ku li girtîgehê rastî destdirêjiyê hatine, serî li gelek saziyan dane. Şîr Ahmed Şîranî Naruoyî ku 11 salan ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de maye û niha Midûrê Ajansa Nûçeyan a Halvaşê ye, diyar kir ku gel wê tu carî dest ji qadan bernede. 
 
Naroûyî diyar kir ku hêzên Îranê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî li girtiyan dikin û got: “Jinên ku li herêma Belûcîstanê hatin binçavkirin bi kom rastî dest dirêjiyê hatin. Ev bûyer bi piranî li odeyên lêpirsînê yên Muhafizên Şoreşê diqewimin. Kesên rastî tecawizê tên ev yek bi raporan îspat kirin. Saziyên mafên mirovan jî ev mijar lêkolîn kirin û zelal kirin. Jiyana van kesan di metirsiyê de ye, lewma nasnameya xwe vedişêrin. Hemû saziyên rejîmê van bûyeran qebûl dikin, lê tu darizandinek nehatiye kirin. Ev bûyerên destdirêjiyê ne bûyerên asayî ne, ji ber ku dema dest dirêjî li jinan dikin, zirarê didin organên wan jî. Gelek jin piştî dest dirêjiyê neçar mane emeliyat bibin. Gelek kes ji bûyerên destdirêjiyê gilî kirin, lê tu encam bi dest nexistine." 
 
ÎŞKENCEYA FIZÎKÎ Û DERÛNÎ
 
Naroûyî anî ziman ku mexdûrên destdirêjiyê demeke dirêj di binçavan de tên girtin û wiha got: “Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve di heman demê de ji aliyê derûnî ve jî rastî îşkenceyê tên. Gelek kes piştî binçavkirinê têkiliyên xwe yên berê diqedînin û xwe diniximînin. Mirov hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyêderûnî ve êşê dikişînin. Van kesan tenê li hemberî kuştina welatiyan bertek nîşan dan. Tu sûcekî wan tune ye, îşkenceyên bi vî rengî li wan hatin kirin." 
 
Naroûyî her wiha da zanîn ku gelek rêxistinên sivîl li cem welatiyên mexdûrê destdirêjiyê ne û di warê derûnî de piştgiriya wan dikin. 
 
'ARMANC DÛRXISTINA GEL A JI QADÊ YE'
 
Naroûyî bibîr xist ku Midûrê Polîsên Belûcistanê jî dest dirêjî keçeke 15 salî kiriye û nehatiye cezakirin û wiha axivî: “Rêjîmê jî ev bûyer qebûl kir, lê tu ceza nehat dayîn. Ji ber ku destdirêjiya di dema binçavkirinê de ne bûyereke şexsî ye, ya pergalê ye. Ev bûyereke sîstematîk e, ji lew re bi vî awayî dixwazin ku pêşî li ber jinan bigirin ku daxilî nava çalakiyan nebin. Dewlet her wiha gefa destdirêjiyê li zilamên ku beşdarî xwepêşandanan dibin jî dixwe. Gelek mêr jî rastî destavêtina zayendî tên. Ji bo civakê çavtirsandî bikin van titşan dikin. Lê tevî her tiştî jî jin beşdarî xwepêşandanan dibin û her diçe hejmara wan zêde dibe. Rejîm ji bo ku jin danekevin kolanan vê yekê dike. Nîşaneke din a vê yekê jî, ew bû kudi çalakiyan de çav û organên jinan hedef digirtin."
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Naroûyî bal kişand ser wê yekê ku aktîvîst û saziyên mafên mirovan ên li welat dê her dengê gel bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevahiya gel di bin xeteriyê de ye, em rastî gelek pirsgirêkan tên, lê dîsa jî em li vir in. Em ê serî li ber wan netewînin. Em ê her li ser vê rêyê bin. Em ê dengê gelê xwe bigihînin her derî. Tevî gefan jî em ê serî netewînin, tevî hemû îşkenceyan û pirsgirêkên aborî jî em ê her bibin dengê gel."
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

25/03/2023
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be