ÊLIH - Bi sedema belgefîlma Bakur, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhenêr Çayan Demîrel hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkirin.
Bi sedema belgefîlma “Bakur”, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhêner Çayan Demîrel hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate lidarxistin.
Demîrel û Mavîoglû ku ji danişînan hatine warestekirin û parêzerên hincet nîşan dayîn tev li danişînê nebûn. Serokê Baroya Êlihê parêzer Erkan Şenses di danişînê de amade bû. Balkêş e ku 2 polîsên sivîl jî didoz dişopand.
Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî dozger xwest ku aqûbeta muzekkereya ji 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re hatiye nivîsandin were pirsîn û tevdîra qedexeya derketina derveyî welat a Mavîoglû berdewam bike.
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
Piştre jî parêzerên Mavîoglû û Şenses axivî û xwest ku biryara qedexeya derketina derve ya ji bo Mavîoglû were betalkirin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
Dadgehê biryara xwe da û got ku xwe li benda muzekkereya ji bo encama doza Mavîoglû ya li Dadgeha Bilind bigirin û tevdîra qedexeya derketina derve ya ji bo Mavîoglû bidome.
Doz taloqî 20’ê hezîranê hate kirin.