NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, daxuyand ku hê jî nasnameya 35 zarokên ku ji bin kavilên erdhejên Mereşê hatine derxistin nehatiye tespîtkirin.
Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, têkildarî rewşa zarokên mexdûrên erdhejên Mereşê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daneyên wezaretê, hezar û 915 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hezar û 766 zarok radestî malbatên wan hatine kirin, 81 zarok li saziyên lênihêrînê hatine bicihkirin û dermankirina 62 zarokan jî didome.
Her wiha wezaretê diyar kir ku hê jî nasnameya 35 zarokên ku ji bin kavilên erdhejên Mereşê hatine derxistin nehatiye tespîtkirin.