RIHA - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, DOM û koma Barîkatê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya Malbata Şenyaşarê.
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 739’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşarê di roja 739'an a Nobeda Edaletê li li ber Edliyeya Rihayê fitara xwe kir. Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) û koma Barîkatê ya Rihayê ya Amedsporê îro bûn mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê.
Li ser navê Meclisa Ciwanan a HDP'ê û DOM'ê Muhsîn Aydogdû axivî. Aydogdû got ku heya têkoşîna malbatê ya ji bo edaletê bidome dê li cem malbatê bin.