‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’

  • rojane
  • 10:36 2 Nîsan 2023
  • |
img

AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen bertek nîşanî polîtîkaya Tifaqa Cumhur a li dijî jinan da û wiha got: “Em dengê xwe nadin partiya ku dijminatiyê li jinan dike. Em ê koletiyê nehilbijêrin lê dê bibin kirde.” 

 
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî demekî kin ma û Tifaqa Cumhur bi dijbertiya xwe ya li demokrasiyê û hedefgirtina destkeftiyên jinan balê dikişîne. Endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen got ku tifaqa îktîdarê destkeftiyên jinan hedef digire. 
 
Îşbîlen, diyar kir ku Tifaqa Cumhur ketiye nava tirsa windakirinê û wiha got: “Vê tirsê jî kir ku li gel partiyên paşverû, nêrza û zayendperest re tifaqê çêbike. Dixwazin hinek peymanên ku destkeftiyên jinan tune dikin çêbikin. Bêguman bi sala ye em zîhniyeta AKP-MHP’ê ya li dijî jinan pir baş dizanin. Bi taybet jî betalkirina Peymana Stenbolê, nîşaneya nêzikatiya AKP’ê ya li dijî jinan e. Bi rastî jî dixwaze jinan di hundirê malê de fetisîne û bike koleya zilaman.”
 
‘NÊZIKATIYÊN XIZMETÊ JÊ RE DIKIN HEVPAR IN’
 
Bi domdarî Îşbîlen got ku cemaet, terîqet û partiyên olperest ên Tirkiyeyê bi xwezaya xwe dixwazin Îslama siyasî bi kar bînin û ev tişt anî ziman: “Bi vê yekê re ne tenê dixwazin li Tirkiyeyê bibin desthilatdar, her wiha dixwazin li malê jî îktîdara xwe ava bikin. Ji bo vê jî divê jin nezan be û ji bilî xizmeta ji zilam û malbatê re, divê tu armancên wê yên din tune bin. Dixwazin jineke wiha ava bikin. Mesele bi HUDA PAR’ê re tifaqa wan heye. HUDA PAR’ê di salên 90’î de kezzap diavêt rûyê jinên ciwan. Nêzikatiyên HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê, AKP û MHP’ê yên li dijî jinan heman nêzikatî ne.” 
 
‘EM Ê DENGÊ XWE NEDIN PARTIYÊN KU DIXWAZIN JINAN BIKIN KOLE’
 
Di berdewamê de Îşbîlen diyar kir ku tevî her zextan jî jinan li dijî nêzikatiyên nêrza û zayendperest her tim li ber xwe dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya vê têkoşînê jî gelek destkeftî bi dest xistin. Û ev destkeftî di makeqanûnê de bi cih kirin. Lê ev destkeftî îro di hedefa zîhniyeta paşverû ya îktîdar û şirîkên wê de ye. Lê çi bikin jî dê jin dev ji van destkeftî û mafên xwe bernedin. Qanûna hejmar 6284, jin û zarokan diparêze. Heke ev qanûn were rakirin, dê jin bi temamî bo însafa tundiya mêr were hiştin. Lê êdî jinên ku bikarin di malê de hefs bikin, bikin kole û ji bo zewqên xwe yên zayendî bi kar bînin tune ne. Jin, di hilbijartinê de xwedî hêza guherandinê ne. 
 
Niha li Tirkiyeyê tifaqên Cumhur, Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê hene. Jin li bernameyên wan dinihêrin. Weke mînak partiyên di nava Tifaqa Cumhur de dijminên jinan e û bi tu awayî bo van partiyan deng tune ne. Di nava Tifaqa Milet de seknên ji hev cuda hene ku hinek jê li dijî rakirina qanûna bi hejmar 6284 û Peymana Stenbolê ne. Lê li hêla din bloqa Ked û Azadiyê heye ku bi rastî partiyên tê de cih digirin, mafên jinan diparêzin. Ne tenê diparêzin, yekser di nava têkoşîna jinan de cih digirin û li kolanan bo azadiya wan têdikoşin. Lewma jin jî dema dengê xwe didin, bi awayekî xwezayî dê dengê xwe bidin partiyên ku mafên wan diparêzin. Dema em dengê xwe didin, em ê nedin partiyên ku kolekirina jinan diparêzin. Em ê dengê xwe bidin partiyên ku azadî û mafên jinan diparêzin. Em ê bidin wan partiyan ku jinan weke kirde dibînin. Bi rastî jî em ê wê dersê bidin wan.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

04/04/2023
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn