Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe

  • rojane
  • 15:12 3 Nîsan 2023
  • |
WAN - Saziyên mafên mirovan ên Wanê têkildarî 7 girtîgehên li herêma Serhedê raporek amade kirin û di raporê de hat destnîşankirin ku mafên jiyan, tenduristî û ragihandinê yên girtiyan tên astengkirin û şert û mercên tecrîdê tên girankirin. 
 
Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) têkildarî Girîgeha Oltû ya Erziromê ya Tîpa T’yê, Girtîgehên Dûmlû yên Erziromê yên Ewlekariya Bilind ên Hejmar 1 û Hejmar 2, Girtîgeha Xelata Bedlîsê ya Tîpa T’yê, Girtîgehên Wanê yên Ewlehiya Bilind, Tîpa F û T’yê rapora ku li ser binpêkirinên mafan amade kirine eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Ji rêveberên OHD’a Wanê parêzer Ebrû Demîrtepe raporê xwend. Demîrtepe da zanîn ku li hemû girtîgehên ku wan serdana wan kirine, girtî dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin û li hinek girtîgehan jî sewqî nexweşxanê nayên kirin. Demîrtepe diyar kir ku girtî ji ber lêgerîna di nava dev de an jî muayeneya kelepçekirî bêyî ku bên muayenekirin vedigerînin girtîgehê. Demîrtepe anî ziman ku mafê girtiyan ê xwegihandina tenduristiyê hatiye binpêkirin.
 
Demîrtepe da zanîn ku li hemû girtîgehan kotaya pirtûkan heye û got: “Girtiyan me agahdar kir ku di hejmara pirtûkên li odeyê de ji 3 heta 10 pirtûkan kota heye, li gelek girtîgehan pirtûkên kurdî nayên dayîn û heta hinek girtîgeh jî qet pirtûkên kurdî nadin. Ev mijar binpêkirina azadiya perwerde û îfadeyê ya girtiyan e. Dîsa bi hinceta ku rojnameyên rojane yên wekî Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun li hemû girtîgehên navborî nayên dayîn, televîzyonên mûxalîf ên li ser esasê neteweyî weşanê dikin tune ne, nameyên hatine şandin bi piranî nayên dayîn û heta nameyên ku tên dayîn bi sansurê tên dayîn, bi taybetî jî herfên ku bi kurdî hatine nivîsandin ne mimkûn e werin wergerandin. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku mafê ragihandinê yê girtiyan hatiye binpêkirin.” 
 
Demirtepe diyar kir ku li gelek girtîgehên ku hatine ziyaretkirin xwarin têr nadin girtiyan û pir kêm hatiye dayîn.
 
CEZAYÊN HUCREYAN
 
Demîrtepe anî ziman ku girtiyên li girtîgehên Ewlekariya Bilind bi "tunehiştina civakî” re rûbirû dimînin û wiha got: "Piştî pandemiyê her çendî sînor hinekî sist bûn jî, di pêvajoya ku bi erdheja ku dest pê kir de girtî çalakiyên qada hevpar nikarin bikin. Şert û mercên tecrîda li ser girtiyan girantir dibe Ev rewş nîşan dide ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derfetên wan ên civakîbûnê bi temamî ji destê wan tên girtin. Avahiya Girtîgeha Dumlû ya Erziromê li gorî kesekî yanî teng hatiye çêkirin. Li vê girtîgehê hemû girtiyên ku cezayên giran dixwin, yên ku cezayê heta hetayê distînin û yên ku cezayê muebbetê distînin di odeyên yek hucreyê de tên ragirtin. Em dixwazin diyar bikin ku ti bingeheke hiqûqî ya girtina girtiyan li hucreyên yek kesî yên odeyên yek hucreyî nîne û ev pêkanîn tê wateya 'hucreya yek kesî ya bêdem'.” 
 
LÊGERÎNA LI QAWÎŞAN 
 
Demîrtepe da zanîn ku lêgerînên li qawîşan ji armanca xwe derbas bûne û got: “Li şûna ku armanca lêgerîna tiştekî qedexe ye, ji aliyê girtiyan ve ji me re hat ragihandin ku di lêgerîna navborî de nîzama leşkerî li girtiyan hatiye dayîn. Beşên ku ode lê belav bûne û hemû eşyayên wan li her derê belav bûne.”
 
Demîrtepe bal kişand ser pêkanînên Desteya Îdare û Çavdêriyê û wiha got: “Divê ku rêveberiyên girtîgehan dest ji biryar û sepanên dijqanûnî berdin û divê demildest dawî li qanûna astengkirina berdana girtiyan bê anîn û girtiyên ku dema berdana wan a bi şert hatiye demildest bên berdan."
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Demîrtepe anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe dijwartir dibe û got: “Nemaze divê ku girtiyên nexweş li gorî şertên tedawiyê bên dermankirin. Divê ku girtiyên nexweş terkî mirinê neyên kirin û bên berdan. Em bang dikin ku divê demildest dawî li her cure sepanên binpêkirinên mafan bê anîn.” 
 

Sernavên din

04/04/2023
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn