Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye

img
AMED - Di eşkerekirina deklarasyona hilbijartinê ya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd de nûnerên partiyên siyasî yên kurd diyar kirin ku Tifaqa Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e û wiha gotin: “Di vê hilbijartinê de serkeftin a me ye.”
 
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya Peyasa Amedê “Deklerasyona Hilbijartinê” eşkere kir. Eywan bi alayên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Di deklerasyonê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) Mekmet Kamaç, Serokê Komeleya Demokrat û Şoreşger a Kurd Abdûlhey Okûmûş, Parlamenterên HDP’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên kurdistanî tev li daxuyaniya eşkerekirina deklarasyonê bûn. 
 
‘DÊ TIFAQA ME SERBIKEVE’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser tifaqa kurdistanî û wiha got: “Em di rojeke girîng de hatin gel hev. Em dikarin vê rojê wek gavekî dîrokî pênase bikin. Tifaqa me ya Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e. Rêya çareseriya demokratik ji rêvebirina herêmkî derbas dibe. Ev tifaq e ji bo vê rêyê gavekî gelekî girîng e. 14’ê Gulanê ji bo destpêkeke nû girîng e. Avakirina van derfetan di destê me de ye. Heke em hêzên xwe bikin yêk û rêveberiyên herêmî mezin bikin, şensê me jî ewqas mezin dibe. Hedefa tifaqên me; azadî û wekheviya hemû gel û baweriyan e. Gele kurd li ber xwe da, paş ve gav neavêt, li hember zext û zordariyê serî rakir û ji bo siyaseta demokratîk bibawerî meşiya. Dê tifaqa me serbikeve.”
 
‘TECRÎDÊ SÎNORÊN ÎMRALIYÊ DERBAS KIR’
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî destnîşan kir ku ew dê bi vê tifaqê ber bi serkeftinê ve biçin û wiha domand: “Hilbijartina 14’ê Gulanê, hilbijartina sedsala me ye. Têkoşîna azadiyê hebû û dê ji niha pê de jî her hebe. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em siyaseteke binirx dimeşînin. Sed silav bo wan kesên ku ev nirx avakirin bin. Me emaneta wan hilgirt û em ê mezintir bikin. Ev serkeftin dê ya me hemûyan be. Tekoşîna gelê kurd tekoşînekî destane ye. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ rê nîşanî me dide û dê bide jî. Dixwazin bi netewe dewletan rastiya kurd ji holê rakin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyan tê meşandin û sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tecrîd, li Kurdistan û Tirkiyeyê înkarkirina kurdan e. ”
 
‘HEWCEYE EM BI HEV RE BIMEŞIN’
 
Piştre jî Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî axivî û wiha got: “Heke yêkitî tune be serkeftin jî tune ye. Hewce ye em xeletî û rastiyên xwe bidin ber hev û em bi hev re bimeşin. Em çima li hemberî van zextan li ber xwe nadin? Em çima wezîfeya xwe bi micidî bi cih nayînin? Heke em li ber xwe bidin em ê serbikevin.” 
 
‘SERKEFTIN JI BO PARTIYA ÇEP A KESK’
 
Serokê DDKD’ê Abdûlhey Okûmûş jî mafê axaftinê girt û da zanîn ku bi salane li ser kurdan polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dimeşînin lê ev polîtîka bi ser neketine. Okûmûş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa li girtîgehan jî heman polîtîka meşandin, lê li wir jî bi ser neketin. Em kurd bûn sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê dê serkeftin jî ya kurdan be. Serkeftin ji bo kurdan, serkeftin ji bo Partiya Çep a Kesk.”
 
‘SIYASETA TIRK TECRÎD KÛRTIR KIR’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku siyaseta tirk, şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir kir. Bi domdarî Ozturk bi lêv kir ku li ser her çar aliyên Kurdistanê û hemû saziyên wan êriş hene û ev tişt anî ziman: “Hemû gavan li hemberî me ne û vî şerî didomînin. Ji bo Kurdistanê ev roj gelekî girîng û dîrokî ye. Êriş li ser nasnameya me ye. Hewceye em bersiva van êrişan bidin û ev bersiva me jî dîrokî be.”
 
‘EV XEBAT, XEBATEK DÎROKÎ YE’
 
Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî got ku armanca tifaqên li Kurdistan û Tirkiyeyê yekitî ye û wiha pê de çû: “Ev xebat, xebatên dîrokî ne. Em ê rejîma ku li ser înkar û zilmê ava bû bişînin. Em ê azadî û demokrasiyê ava bikin. Em ê edaletê jî bînin.”
 
‘WERIN EM AMEDÊ AZAD BIKIN’
 
Herî dawî jî Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û wiha got: “An yekitî, an yekitî. Ya em ê bi hev re serbikevin, yan jî dê bi hev re binbikevin. Silav li hemû şervanên kurdan re. Hemû jinên Kurdistanê rûmeta me ne, ji wan re jî silav. Em bang li kurdan dikin, werin em pirsgirêkên di navbera xwe de xelas bikin û rêya siyaseta demokratîk a kurdan vekin. Werin em Amedê azad bikin.”
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN