NAVENDA NÛÇEYAN – Bikarhênerên medyaya sanal ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin, gotin: "Azadiya wî azadiya me ye."
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Twîtterê bi hastaga "#FreedomForOcalanNow" îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat kirin. Di parvekirina de hat gotin: "Azadiya wî azadiya me ye."
Hin parvekirin bi vî awayî ne:
*Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan: "Temenekî di rêya aştî û demokrasiyê de... Hewldan û xehda wî her tim ji bo çareseriyê bû, lê îro rastî êrişên giran û tecrîdê tê. 4'ê Nîsanê rojbûna birêz Ocalan pîroz be."
*Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Divê pergala nepêwendî û îşkenceyê ya mutleq a li Îmraliyê bê fesixkirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk bê. #FreedomForOcalanNow"
*rojnamevan Erdal Er: Ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê; tekane rê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. #FreedomForOcalanNow."
*Dilan Şewal: "Heyamên komployên mezin, bi xwe re veguherînin mezin jî tînin. #FreedomForOcalanNow
*Av impossible: "Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye... Mafê hêviyê, mafê bingehîn ên mirovan e.."