NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran bi çekên giran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê jî dewleta tirk êrişên xwe yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran bi çekên giran êrişî Girê Bahar, Girê FM, Girê Cûdî, Xakurkê, Çemço û qada Sîdayê kir.