* Rêveberiya qeyûmê Mêrdînê îhaleyeke din a ji bo "rêyên muhtelîf" çêkir. Qeyûm van îhaleyên bi sedan milyon lîreyî dide heman fîrmeyan.
* Ji mexdûrên erdhejê yên Islahiyeyê Mûzaffer Telek, diyar kir ku kavilên avahiyan li nêzî konan tên rijandin û got: "Erdhejê em nekuştin, lê wê ev toz me bikuje."
* Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses diyar kir ku wan giliyê "şahidê veşarî" kiriye ku li ser rêxistinên civaka sivîl îfade dane û got: "Ji ber ku saziya şahidê veşarî wekî haleteke operasyonan tê bikaranîn, bûye birîneke daraza Tirkiyeyê."
* Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamegerên ku li Amedê girtî ne nêzî salekê ye bêyî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir.
* Partiya Çep a Kesk li bajarên Egeyê hemû amadekariyê teknîkî temam kirin û bi temamkirina danasîna namzetan û vekirina buroyên hilbijartinê dê dest bi xebatên li qadê bike.
* Jinên li Stenbolê diyar kirin ku Danezana Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk soza siberojê dide jinan û gotin: “Ji bo em ji vê rêveçûna xerab re bêjin bes e, em dibêjin Partiya Çep a Kesk. Jin wê AKP’ê hilweşînin.”
* Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ji bo bajarê turîzmê Antalyayê pênaseya “bajarê girtîgehan” kir û ev tişt anî ziman: “Li van girtîgehan ruhê Esat Oktay digere.”
* Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku îdiaya wan heye ku rêjeya dengên HDP’ê ya ji sedî 13,2 bikin ji sedî 20 û wiha got: “Em ê bi gel re vê pêvajoyê ava bikin.”
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 746’emîn de dê berdewam bike.
* Partiya Çep a Kesk, li Wanê dê li 4 navçeyan buroyên hilbijartinê veke. (10.00-13.00)
* Partiya Çep a Kesk dê li Riha, Mêrdîn, Amed, Mêrsîn û Cizîrê buroyên hilbijartinê veke. (12.00-20.30) ZINDÎ
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê wê “ji bo hilbijartineke zelal, adil û demokratîk” li avahiya komeleya xwe nobeta aştiyê bigire. (14.00-18.00)