Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê

  • rojane
  • 21:17 12 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê. Bûldan anî ziman ku ew êşa malbatê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikin û got: “Rondikên dayika Emîne li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan.“
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 751’an de berdewam dike.
 
Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, namzetên Partiya Çep a Kesk çûn serdana malbata Şenyarşar. Heyetê beriya fitarê daxuyaniyek da.
 
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’
 
Li vir ewilî siyasetmedar Ahmet Turk axivî û diyar kir ku wê fatureya vê zilmê li ba gel pir mezin be û wiha got: “Me her tim li dijî vê zilmê têkoşîn da. Em li her derê mexdur bûn. Îro malbata Şenyaşar ji ber li edeletê digerin hedef tên girtin. Bavek û du kurê xwe hatin qetiklirin. Lê em ê hesabê vê bipirsin. Divê gelê Kurd di sindoqan de bersiva xwe bide.”
 
‘WÊ EV DEWRAN BIGUHERE’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û got: “Ji ber ku ez îro bi dayika Emîn re me gelek şanaz im. Em ê îro bi dayika Emîne re bifitirin. Her yek ji me bi wê re ye, em bi wê re ne, di nobeta edaletê ya ku dayika me ya hêja ev demeke dirêj dest pê kiriye. Em êşa wî ji nêz ve hîs dikin, di dilê xwe de hildigirin. Dayika Emîne mixabin hevjîn û du kurên xwe di vê qetlîamê de winda kirin. Faîl û yên ev qetlîam kirin diyarin, lê mixabin hiqûq nehat bicihanîn, banga edaletê ya dayika Emîne, hawara wê ya edaletê, mixabin cihê xwe nedît. Tenê daxwazek malbatê heye; Bila sûcdar bên darizandin û cezakirin. Lê dema sûcdar bên cezakirin em ê hinek rehet bibin. Bêguman wê dewran biguhere û hikûmeta AKP’ê biçe. Di 14’ê Gulanê de wê winda bikin. Wê demê wê edelet pêk bê.”
 
BANG LI  GELÊ RIHAYÊ KIR
 
Bûldan bang li gelê Rihayê kir ku dema diçin ser sindoqan bila rondikên dayika Şenyaşar li ber çavan bigirin û got: “Ez banga hestiyariyê li gelê Rihayê dikim. Piştî hikûmeta AKP’ê biçe wê teqez edelet pêk bê.”
 
Piştî daxuyaniyê heyet û malbatê li xwaringeheke li kêleka edliyeyê fitirîn.
 

Sernavên din

13/04/2023
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin