NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê nîvê şevê bi balafireke bombebarkirî ya bêmirov êriş bir ser wesayitekê.
Li gorî agahiyan hat zanîn ku balafiregehek bêmirov a bombebarkirî ya aîdî Tirkiyeyê şeva pêncşemê saet di 01:45'an de li ser sînorê Nisêbînê li ser rêya Hîzam a Qamişloyê bombe li wesayitekê barand. Ji ber êrişê wesayît zirarek mezin dît.
Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.