AMED - Li Amedê wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ê bi logoya AKP'ê li Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî hat daliqandin.
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, beşdarî merasîma vekirina Mizgfet û Kulliyeya Selahaddîn Eyyûbî bû ku tmeleê wê şeş sal berê hatibû avêtin.
Serokatiya AKP'ê ya Amedê di merasîma vekirina mizgeftê de wêneyê Erdogan ê bi logoya AKP'ê li dîwarê mizgeftê daliqand.
Her wiha Erdogan û Serokê Giştî yê HUDA-PAR'ê Zekeriya Yapicioglû bi hev re qurdêleya mizgeftê birîn.
Erdogan di hilbijartinê berê de li bajarên Kurdistanê rahiştibû Quranê û mîtîngên xwe wiha li dar xistibû. Ev yek bûbû cihê bertekên mezin.