Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine

  • rojane
  • 20:39 22 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku di çalakiya xwe ya hefteya 943’yemîn de li Qada Galatasarayê bi êrîşa polîsan hatin binçavkirin, diyar kirin ku hatine derbkirin, gef li wan hatiye xwarin û polîsan hewl daye destên wan bişikînin.   
 
Dayikên Şemiyê piştî hatin berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen gelek parazvanên mafên mirovan  tev li civînê bûn. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’  
 
Keskîn a di civînê de axivî, destnîşan kir ku careke din bi bêhiqûqiyeke mezin re rûbirû ne û wiha got: “Ev çalakiya ji sala 1995’an ve didome demekî dirêje hatiye qedexekirin. Me li dijî vê her tim têkoşîna xwe domand. Lê herî dawî AYM’ê biryar da ku ev qedexekirin binpêkirina maf e. Biryara saziya darazê ya herî bilind li cem polîsan bêqiymet e. Bi saetan bi awayekî keyfî bêyî tu pêdiviyên me bên pêşwazîkirin em hatin berdan. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, ji ber ku em mafdar in. Em ê vî mafê xwe heta dawiyê bikarbînin.”
 
DI WESAYÎTÊ DE KELEMÇEYA BI PAŞ VE 
 
Endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Sebla Arcan jî wiha got: “Derbarê binçavkirina me de biryareke ku nîşanî me dan nîne. Bêyî hinceteke hiqûqî hebe 3 hefte ne em tên binçavkirin. Em di wesayîtê de jî bi paş ve hatin kelemçekirin. Îro hêzên ewlehiyê sûc kirin. Me dîsa giliyê wan kirin. Em mafê xwe yê makeqanûnî bikartînin. Ji ber vê yekê em dest jê bernadin.” 
 
POLÎSAN HEWL DA DESTÊ WÊ BIŞIKÎNE 
 
Yek ji malbata windakiriyan Besna Tosûn jî diyar kir ku 3 hefte ne bi awayekî bêhiqûqî tên binçavkirin û ev tişt gotin: “Em vê hefteyê rastî mudaxileyeke cuda hatin. Hêj em negihiştin qadê bêyî hişyar bikin bi lêdanê em binçavkirin. Li derve zêde nekarîn bikin lê ji ber di hundirê wesayîtê de kamera tune ye 2 polîsên jin hewl dan destên min bişikînin. Ewilî hewl da destê min pişt re milê min bişikîne. Her tim heqaret li me kirin û îşkence kirin.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI QADA GALATASARAYÊ RE DERBAS DIBE’  
 
Tosûn, anî ziman ku 3 hefte ne li ber çavên hemû Tirkiyeyê rastî îşkenceyê tên û wiha berdewam kir: “Siyasetmedar bi gotinên mezin li qadan digerin lê daxwaza edaletê ya Dayikên Şemiyê ji nedîtî ve tên. Rêya aştiyê di Qada Galatasarayê re derbas dibe. Her kes bi awayekî ji ber vê tundiya li me hate kirin sûcdar e. Hûn hemû sûcdar in. Ji ber ku hûn bêdeng dimînin, ji nedîtî ve tên li ber çavê hemû cîhanê rastî tundiyê tên. Em ji kesên dewletên bi rê ve dibin re û ji muxalefetê re dibêjin: Me dest jê bernedan em destan jê bernadin.”
 
‘EM BI BIRYAR IN’  
 
Hanîfe Yildiz a ji bo kurê xwe yê di bin çavan de hatiye windakirin 28 sal in têdikoşe jî wiha got: “Em bi biryar in. Heke lêgerîna kurê min sûc be heta ku ez bijîm ez ê vî sûcî bikim. Bi temamî xuyaye ku dewleta polîsan e. Nahêlin çapemenî jî peywîra xwe bike. Siyasî behsa me nakin. Bifikirin dema niha ez çûm malê ez ê kê maç bikim û hembêz bikim.” 
 
GEFA POLÎSAN 
 
Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Leman Yûrtsever a herî dawî mafê axaftinê wergirt, da zanîn ku dema dihate binçavkirin ji ber ku îşareta serkeftinê li rojnamevanan kir, polîsan tundî lê kiriye û gef lê xwarine û wiha got: “Polîsan gotin ‘em ê vê dewletê ji we re nehêlin’. Em windayên xwe digerin, aqûbeta wan û faîlên wan dipirsin lê ji me re diqîrin û dibêjin ‘em ê dewletê ji we re nehêlin’.” 
 

Sernavên din

23/04/2023
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin