Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin

  • rojane
  • 09:09 27 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Abdulmacît Ekmen û Şahîn Îrmez ku 20 sal in di her hilbijartinê de li ser sindoqê peywirdar in, dê di vê hilbijartinê de jî tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin. 
 
Ber bi hilbijartinên 14'ê Gulanê ve partiyên siyasî xebatên xwe lezandin. Ji herêmên ku xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin lê didomin, yek jê jî herêma Botanê ye. Botanê ku di her hilbijartinê de bi bêhiqûqîtî û binpêkirinên giran re rû bi rû dimîne, di vê hilbijartinê de naxwaze dengek wê jî bê dizîn. Ji ber vê botanî diçin avahiyên Partiya Çepên Kesk û daxwaz dikin ku di 14'ê Gulanê de li ser sindoqan bên peywirdarkirin. Heta niha bi hezaran kesan ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin serlêdan kirine. 
 
Ji van welatiyan yek jê Abdulmecît Ekmen ê 70 salî û yek jê jî Şahîn Îrmez ê 20 salî ye. Ekmen û Îrmez 20 sal in di her hilbijartinê de sindoqan diparêzin. 
 
DÊ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE JÎ TEVÎ ZAROKÊN XWE SINDOQAN BIPARÊZE
 
Abdulmacit Ekmen ku di her hilbijartinê de bi zarokên xwe re li ser sindoqan disekine diyar kir ku tu tişt bi qasî xwedîderketina li mirov girîngtir nîn e û wiha axivî: "Ev 30 sal in ez endamê partiyê me. Kîjan partiya me hatibe girtin yeke din hatiye vekirin û min û ez bûme endamê wê. Ez ji nêçariya xwe ji Cizîrê çûm Stenbolê, lê belê li vir jî ez çûm bûm endam. Di her hilbijartinê de me li ser sindoqan cihê xwe digirt. Di mala me de her sê zarokên min li ser sindoqan peywirdar dibûn. Ez her tim bi partiya xwe re me. Bi qasî ku ji destê me bê em ê nehêlin ku de dengê gelê me bê dizin. Di hilbijartina borî de hatin torbeyê dengan guherandin û birin. Derdorê destûr neda. Ez ê îsal jî li ser sindoqê bim. Heta deng hemû bên jimartin ez ê li wir bim. Heta ku ji me tê em ê nehêlin ku dengê me bê dizîn. Wê salê li vir cerdevanên wan hemûyan dengê xwe bi kar anîn û piştre ji vir çûn Şirnexê jî dengê xwe bikaranîn. Li vir çi qas cerdevan hebûn çûn li Şirnexê jî dengê xwe bi kar anîn. Ji ber vê Şaredariya Şirnexê bi dest xistin. Ma wisa nebûya dikaribûn şaredariyê bi dest bixin? Vê carê bi qasî ku ji destê me bê em ê sindoqên xwe biparêzin."
 
Abdulmacit Ekmen
 
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI DENG Û SINDOQÊN XWE DERKEVE'
 
Ekmen di berdewama axaftina xwe de got ku pêwîst e ku her kurdek xwedî li dengê xwe derkeve û û ev tişt anî ziman: "Kurdê ku namûsa wî heyî, dê dengê xwe bide partiya xwe. Yê bêrûmet be nadin xwe. Em ji xeynî partiya xwe dengê xwe nadin tu partiyan. Hem xeberan didin me û hem jî em dengê xwe didin wan ma wisa dibe? Divê di vê hilbijartinê de em hemû xwedî li partiya xwe derkevin. Heke em xwedî lê dernekevin em ê çawa bi ser bikevin? Divê her kurdek, her malbatek bê sindoqan, bibe peywirdar. Ez û zarokên xwe em ê wê rojê li ser sindoqan bin. Bila her kes xwedî li dengê xwe û partiya xwe derkeve." 
 
BI ÇAVÊ XWE BÛNE ŞAHID KU DENGÊN WAN HATINE DIZÎN
 
Şahin Îrmez jî ku di her hilbijartinê de berê xwe dide partiya xwe û li ser sindoqê dibe peywirdar wiha axivî: " Emrê min hatiye 60 salî û ez ji bo xatirê vê partiyê di xebatan de cih digirim. Divê em di vê hilbijartinê de xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê ciwanên me li me binêrin, heke em di vî emrê xwe de bikaribin di xebatan de cihê xwe bigirin, divê ew jî bigirin. Em vê xîzmetê ji bo gelê xwe dikin. Em dixwazin her kes xwe ji vê hilbijartinê berpirsyar bibîne û vî barê giran hilgire deyne ser milê xwe û di xebatan de be. Divê em dest bidin hev, tifaqa xwe bi hêz bikin ku bikaribin bi ser bikevin. Daxwaza me ji gelê me heye ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji bo ku dengê me neyê dizin divê em nobedê bigirin. Ev 20 sal in ez di her hilbijartinê de li ser sindoqan peywirdar im. Di her hilbijartinê de me şahidetî kir ku deng tên dizin û bi çarenûsa hilbijartinê tê listîn. Lê me dîsa qebûl nekir û rê li ber girt û karê xwe bi serkeftî derbas kir. Ev hilbijartin, hilbijartineke girîng e, ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ye. Ji ber vê em ê heta dawiyê dengên xwe biparêzin. Heta serkeftinê em ê xebata xwe bidin meşandin." 
 
Şahin Îrmez
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

28/04/2023
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin