STENBOL - Dengdayîna ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ya li derveyî welat û gumrikan dest pê kir.
Dengdayîna ji bo hilbijartinên serokkomarî û hilbijartinên giştî ya li derveyî welat dest pê kir. Li welatên Ewropayê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene û kar û barê dengdayînê dê ji 27’ê nîsanê heta 9’ê gulanê bidome. Hilbijêr dikarin li 4 hezar û 969 sindoqên li nûnertiyan, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê hatine danîn dengê xwe bidin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li nûnertiyên derveyî welat ên 73 welatan û 156 deveran sindoqa danîne.
Bi destpêkirina kar û barê dengdayînê re ji bo welatiyên li derveyî welat dijîn, ji saet 08.00’an ve li Balafirgeha Stenbolê sindoq hate danîn.
WELATÊN KU SINDOQ LÊ HATINE DANÎN Û DÎROK
Welatên Ewropayê yên ku sindoq lê hatine danîn û dîrokên dengdayînê wiha ne:
* Li Almanyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Fransayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Avûsturyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Danîmarkayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Luksemburgê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Hollandayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Belçîkayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Ingilistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Swîsreyê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Norweçê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Awûstralyayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Kanadayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li DYA’yê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Yewnanistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Swêdê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj)
* Li Fînlandiyayê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj)
* Li Îtalyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Polonyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Romanyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Çekyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Bulgaristanê di navbera 4-7’ê Gulanê de (4 roj)
* Li Îrlandayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Spanyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Japonyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Macaristanê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Bosna Hersekê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Maltayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Moldovayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Portekîzê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Sirbistanê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Slovakyayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)