* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 768’an de berdewam bike.
* Hiqûqnas wê bi pêşkeşkirina parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî perwerdehiya ewlehiya hilbijartinê bidin. (10.30-12.30)
* Dayikên Şemiyê wê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 944’an de wê çalakiya xwe bidomînin. (12.00)
* Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (12.00-18.00)
* Rêxistinên sivîl ên civakî wê li dijî binçavkirin û girtinên dij hiqûqî yên navenda wan Amed li 21 bajaran hatin kirin li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* DÎSK Basin-Îş wê têkildarî rojnamevanên di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê hatin binçavkirin û girtin li Navenda Giştî ya DÎSK Basin Îş’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê 579’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar bixe. (13.30)
* Bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhan a Edeneyê li ber buroya hilbijartinê, li Qada Bazara Sêşemê ya Taxa Çaglayan a navçeya Tarsûs a Mêrsînê civîna gel bê lidarxistin. (14.00-17.00) ZINDÎ