Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin

  • rojane
  • 09:56 29 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li dijî Çapemeniya Azad dan û diyar kirin ku dê ji bo parastina heqîqetê li qadan bin û li dijî zextan banga piştevaniyê kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de 128 kes hatin binçavkirin û 4 jê rojnameger bi giştî 39 kes hatin girtin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û tawanbariya “endamtiya rêxistinê” li binçavkirî û girtiyan hate kirin. 
 
Di çarçoveya operasyonê de rojnameger Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û Remzî Akkaya hatin girtin. Rojnamegerên jin ên li Stenbolê bertek nîşanî girtin û binçavkirinan dan. 
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’
 
Rojnameger Nezahat Şahîn diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê ji demên berê heta niha her tim ji bo guherandina rojevê Çapemeniya Azad hedef digire û ev tişt anî ziman: “Operasyona di 25’ê nîsanê de jî di vê çarçoveyê de hate kirin. Di salên 90’î de em bûn şahid ku Torosên Spî li qadan digerin û parastvanên mafên mirovan û parêzer tên windakirin. Hewl dan bi vê rêbazê encamekî bi dest bixin lê zextên wan encamek dernexist. Niha jî bi rêya şahidên nepen hevalên me tên girtin. Em ê li qadan bin. Dê ev zext nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin. Em şahidên rojnamegeriya Abdurrahman Gok in ku wêneyê Kemal Kurkut ê di Newrozê de hatibû qetilkirin kişandî, Ahmet Kanbal ê ku polîtîkayên qeyûman teşhîr kirî û hevalên me yên din in.”
 
OPERASYONA VEŞARTINA HEQÎQETÊ
 
Bi domdarî Dogan bi bîr xist ku di operasyonên berê de jî gelek hevalên wan hatine girtin û wiha got: “Rojnamegerî sûc nîne. Tekane karê hevalên me dikin, xebatên pîşeyî ye. Ev operasyon, operasyoneke li dijî heqîqetê ye. Em vê yekê baş dizanin ku dê Çapemeniya Azad tevî hemû zextan jî dê heqîqetê bi raya giştî re parve bike. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê heqîqetê bi raya giştî re parve bikin.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ
 
Ji pêşkeşvanên bernameya Can TV’yê Medîne Meral jî diyar kir ku sedema operasyona li dijî hiqûqnas, siyasetmedar û hunermendan bi mebesta pêşîlêgirtina bandora Partiya Çepên Kesk a di nava civakê de ye û wiha pê de çû: “Di serdemên ku zext zêde dibin de nîşandana bertekê helwestekî girîng e. Xweziya partiyên muxalîf xwedî lê derbiketina lê mixabin bêdeng man. Hemû kes di ferqa girîngiya hilbijartinan de ye. Di anketan de xuyaye ku îktîdar hêza xwe winda dike. Ew bi xwe jî di ferqa vê de ne. Lewma van êriş û operasyonan dikin. Bêhiqûqtiya di demên dawî de ji hêla Çapemeniya Azad ve hate teşhîrkirin. Heke Çapemeniya Azad nebûya dê haya me ji gelek tiştan nebûya. Lewma dixwazin bi zextan, Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dixwazin heqîqetê ji civakê veşêrin. Kedkarên çapemeniyê ên di bin çavan de û girtî ji bo me pir binirx in. Bêdengiya li hemberî zextên îro tên kirin dê bike ev zext sibe li me vegerin. Divê kesek bêdeng nemîne.” 
 
TIRSA HILBIJARTINÊ
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Berfîn Polat jî destnîşan kir ku bi dayîna starta hilbijartinê re operasyoneke navenda wê Amed hatiye kirin û wiha axivî: “Em ne xerîbên van operasyonan in. Dewleta ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de xwe bi qetilkirinan nîşan da, îro jî hewl dide bi van operasyonan pêşî li ber serkeftina me ya 14’ê Gulanê bigire. Ev êriş, nîşaneya tirsa dewletê ye. Divê em li dijî van êrişan li kolanan têbikoşin. Divê em HDP’ê û hem jî Partiya Çepên Kesk li kolanan biparêzin. Banga min ji bo her kesî ew e ku dengê xwe derxînin. Ji ber ku ev êriş ne tenê li dijî Partiya Çepên Kesk, HDP an jî jin û ciwanan; êrişeke li dijî hemû gel û bindestan e. Heke em pêşî lê negirin, dê ev êriş bidome. Lewma divê em li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

30/04/2023
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e