ENQERE – Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû û 11 kesên din ên di çaçroveya lêprisîneke Serdozgeriya Enqereyê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran di avêtina ser malan de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, kesên binçavkirî îro sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû û 15 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Fîlîz Yilmaz, xwişka rojnamevan Sedat Yilmaz, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz jî bi şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.
DOZGER ÎFADEYA MUFTUOGLÛYÊ NEGIRT
Rojnamevan Sedta Yilmaz û Fîlîz Yilmaz, Abdûrrahman Taynyelî, Îsmaîl Adanmiş û Cevdet Îsmaîlogûllari li dozgeriyê îfade dan, lê dozgeriyê îfadeya rojnamevan Muftuoglûyê û 14 kesên din, li gor a li midûriyeta polîsan nirxand.
ÊN BI DAXWAZA GIRTINÊ HATIN SEWQKIRIN
Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû û Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balci, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Abdûrrahîm Tanyelî, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim û Cevdet Îsmaîlogûllari bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.