STENBOL - Mitînga li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsên bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê binçavkirin.
Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Em li virin em ê bi jinan re biguherînin” li Parka Yogûrçû a navçeya Kadikoy a Stenbolê li dar xist bi coş bi dawî bû. Lê dema jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” belav dibûn polîsan bi hinceta laçikên bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin êrişî jinan kir.
Polîsan 4 jin bi lêdanê binçavkirin. Piştî ku jinên din bertek nîşanî binçavkirinan dan demekê gengeşî derket. 4 jinên ku bi lêdanê hatin binçavkirin birin Qereqola Rihtimê.
Jinên din ên li qadê tundiya polîsan û binçavkirin bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kir.