Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî

  • rojane
  • 10:19 10 Gulan 2023
  • |
img
DÎLOK - Namzetê AKP’ê yê Dîlokê Abdulhamît Gul dema wezîrtiya dadê dikir, 228 girtiyên tehliyeya wan hatin astengkirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û binpêkirina maf û azadiyan zêde bûn. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi polîtîkayên xwe ve welêt ber bi krîzên piralî ve bir û niha jî ji bo dengên winda kirî dîsa wergire, wezîrên di kabîneyê de cih digirtin weke di lîsteyan de di rêza ewil de weke namzet nîşan da. Di rêza ewil a lîsteya namzetên parlamenteriyê ya AKP’ê ya Dîlokê de wezîrê dadê yê berê Abdulhamît Gul heye. Gul, di navbera 19’ê tîrmeha 2017’an û 29’ê çileya 2022’yan de wezîrê dadê bû. Di dema wezîrtiya Gul de di serî de li girtîgehan, binpêkirinên mafan li seranserî Tirkiyeyê gelek zêde bûn. Di vê serdemê de ji ber polîtîkaya necezakirinê, her wiha tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan jî zêde bûn. Di mijara azadiya xweîfadekirinê de jî welêt bêhtir paşke. Tê payîn ku Gul weke parlamenter were hilbijartin. 
 
228 KESAN LI GIRTÎGEHAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Gul, dema wezîrtî dikir digot; “Heke em bikarin edaletê bidin jiyîn wê demê dê mirovan bidin jiyîn, heke em bikarin mirovan bidin jiyîn jî dê dewletê bidin jiyîn.” Lê di dema Gul de 228 girtiyan bi sedemên cuda li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. 3 hezar û 990 kes jî rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Her wiha di nava van salan de mafê tenduristiyê yê herî kêm 935 kesan, mafê ragihandinê yê 868 kesan û herî kêm li hezar û 157 kesan cezayê disiplînê hate birîn. Li gel vê, li girtîgehan lêgerîna tazî, cezayên keyfî yên disiplînê, îşkence, cezayên hucreyê û sirgûn jî pir zêde bûn. Di heman demê de înfazên girtiyên ku cezayên xwe xelas kirin jî bi hincetên keyfî hatin şewitandin. Girtiyên nexweşiya wan giran ku rapora wan a “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî nehatin tehliyekirin û terkî mirinê hatin kirin. 
 
NOBETÊN EDALETÊ YÊN LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ
 
Li dijî binpêkirinên li girtîgehan, malbatan li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê dest bi Nobetên Edaletê kirin. Malbat her carê rastî tundî û astengkirinên polîsan hatin. Li gel vê; di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Baran êrişî malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê ji êrişê bi birîndarî xelas bûyî Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Tevî ku çalakî di roja 779’an de berdewam dike jî daxwaza “Edaletê” ya malbatê hêj nehatiye pêkanîn. 
 
Îktîdara AKP-MHP’ê di nava sala 2020’an de bi hinceta pandemiyê efû derxist. Kesên ji sûcê tacîz, tecawiz û îstîsmarê hatin girtin ji vê efûyê sûd girtin. Lê girtiyên nexweş neketin ber vê efûyê. Her wiha bersûcên gelek komkujiyên li Tirkiyeyê jî di dema Gul de bi necezakirinê hatin xelatkirin. Di dozên Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin, Komkujiya Enqereyê, Pasûr, Lice, Qoser, Gorumlu û Enes Ata û Mahsum Mizrak de bersûc bi hincetên cuda hatin beraetkirin an jî nehatin darizandin. Her wiha faîlên komkujiyên jinan jî nehatin cezakirin û rê li ber komkujiyên nû hatin vekirin. Dema ev bûyer diqewimiyan, gotina “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û li vir qanûn, pîvan û usûl di meriyetê de ne” ya Gul bêwate ma. 
 
AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ: 9 HEZAR BINÇAVKIRIN, HEZAR Û 365 GIRTIN
 
Di serdema wezîrtiya namzetê AKP’ê yê Dîlokê Gul de, di mijara azadiya xweîfadekirinê de jî binpêkirin roj bi roj zêde bûn. Li gorî daxuyaniya Daîreya Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di 19’ê kanûna 2018’an; di sala 2018’an de 7 hezar û 109 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Ji van kesan 2 hezar û 754 jê hatin girtin, 2 hezar û 828 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); di sala 2018’an de 9 hezar û 654 kes ji ber xweîfadekirinê hatin binçavkirin. Di navbera salên 2019-2020’an de jî 12 hezar û 882 kes hatin binçavkirin û ji van 365 kes hatin girtin.
 
Pêşnûmepirsên têkildarî van girtin û binçavkirinan ên bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşkeşî meclisê hatin kirin jî bêbersiv man. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

12/05/2023
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû