'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'

  • rojane
  • 09:04 11 Gulan 2023
  • |
img
MANÎSA - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk ya Manîsayê Gulsum Çolak ku kurê wê di Komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest daye, bi lêv kir ku dê di 13'ê gulanê salvegera komkujiyê de 301 kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin û di 14'ê Gulanê de jî li ser sindoqan hesab bipirsin. 
 
Ji hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî re 2 roj man. Her ku hilbijartin nêz dibe, hêviya ji bo guherînê jî mezintir dibe. 
 
Partiya Çepên Kesk ku edalet sernaveke girîng a beyannameya wê ya hilbijartinê ye, ji malbatên Pirsûsê heya xizmên kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ji xizmên kesên li Somayê di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan heya malbata Şenyaşarê gelek kes kirin namzet. Ji van kesan yek jê jî Gulsum Çolak e. Di 13'ê Gulana 2014'an de kurê wê Ûgûr Çolak tevî 300 madenvanan li Somayê jiyana xwe ji dest da. 
 
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Gulsum Koçak, têkildarî salvegera komkujiyê û hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî. 
 
‘EM Ê HESABÊ 301 MADENVANAN BIPIRSIN'
 
Çolak bi lêv kir ku ji bo hesabê 301 madenvanan bipirse bûye namzet û got ku ji ber vê li Somayê û navçeyên derdorê bênavber dixebite. Çolak ku serdana esnafan û welatiyan dike, ji bo piştgiriyê bang li madenvanan û şêniyên Somayê kir. Çolak ku got "parlementerî qet bi min cazib nayê. Cihê herî zê aciz im Enqere ye" wiha axivî: "Lê ji ber ku hiqûq ev qasî tê biçûkkirin û mirov ev qas tên eciqandin, nerihet im. Min li Meclisî kêm kes dîtin ku bindest û karekaran temsîl dikin. Her wiha binpêkirina hiqûqê jî me diêşîne. Kujerên 301 madenvanan 6 roja jî di girtîgehê de neman. Ji bo edaletê ez bûm namzet. Ez naxwazim ked bê xwarin û mirov bên eciqandin. Li aliyekî hin kes pereyên mezin dixin berîka xwe, li aliyê din jî ji mirovan re dibêjin 'tu bi 8 hezar û 500 lîreyî debara xwe bike.' Ma pergalek wiha dibe?" 
 
Çolakê destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo pergaleke li dijî kedxwariyê têdikoşe û got ku divê pergala hiqûqê bê sererastkirin û bibe pergaleke serbixwe. Çolakê destnîşan kir ku ji bo edaletê û ji bo her kes xwe ewle hîs bike ew ê bitêkoşin û got: "Divê tu desthilat darazê bi dest nexe. Ev jî bi pergala parlementeriyê pêkan e. Lewma divê em li ber rejîma yekzilamî rabin. Mesela danişîna 301 madenvanan ji bîra min naçe. Gava malbat ji ber cezayê li kujerên 301 madenvanan hat birîn îtiraz kirin, serokê dadgehê bi me keniya. Gelo bi wijdana xwe ew biryar dan? Gelo bi wê biryarê kêfxweş bûn? Ev tê wateya ku 'Min bi ya detshilatê kir, 'ez li teref sermayeyê me.'" 
 
'HÛN Ê BÊN DARIZANDIN'
 
Çolakê bi lêv kir ku yeqîn dike ku dê piştî 14'ê Gulanê her tişt xweş bibe û got: "Mirov êdî dê ji bo siberojê bi hêvî bin. Em ê di salvegera komkujiyê de biqîrin û bibêjin, 'Belê bitirsin, hûn ê bên darizandin, ev darizandin neqediyaye.' Em ê di 14'ê Gulanê de jî biryarê bidin. Ez yeqîn dikim ku dê parlementerê Partiya Çepên Kesk ê vir deng vede û ji bo 301 madenvanan têbikoşe." 
 
Çolakê di dawiyê de got, dê Manîsa di 14'ê Gulanê de ji desthilatê û şirîkên wê re bibêje "Em êdî naxwazin bimirin. Em doza parvekirinake adil dikin. Oxir be ji te re." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

12/05/2023
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû