14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e

  • jin
  • 09:31 12 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Aşitiyê yên Silopiyayê diyar kirin ku ew heta vî emrê xwe di bin zilm û zordestiyê de jiyane û wiha gotin: “Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina kela zilmê ye û çûyina vê desthilatê ye.”
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi salan e ji ber polîtîkayên qirkirinê heta niha bi hezaran kurd hatin kuştin û bi hezaran ji wan jî di girtîgehan de mane. Dayikên ku malên wan şewitin, gundên wan hatin vala kirin û zarokên wan hatine girtin û qetilkirin bi salane bi daxwaza aşitiyê pêşengtiya tekoşînê dikin. Her hatina Roja Dayikan dayikên kurd ên ku bi xemginî pêşwazî dikin vê carê di roja hilbijartinê de vê rojê pêşwazî dikin. Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Silopiyayê diyar kirin di 14'ê Gulanê de ji wan re diyariya herî mezin guhertine û gotin ku ew dê wê rojê jî li ser sindoqan peywirdar bin. 
 
‘DIVÊ KELEHA ZILMÊ HILWEŞE’
 
Ji dayikan Emine Ozek, diyar kir ku ev hilbijartin dê çarenûsa tevahiya Rojhilata navîn aşkere bike û wiha axivî: “Îro li ser Rojava, Başûr û Bakur êrîşên mezin hene. Heger ku di vê hilbijartinê de gelê me destê xwe nede hev û em ji van êrîşan re nebin bersiv em ê nikaribin serbikevin. Heke ku em destê xwe nedanin ser wijdana xwe û dengê xwe nedin partiya xwe û Kiliçdaroglû dê rewşa me ji salên 90'an xerabtir bibe. Ji ber ku ev şer ne şerê 20 salane, ev şer şerê sed salane ye. Em naxwazin sedsaleke din jî di bin heman zordestiyê de bin. Îro kurd xwediyê kîjan bîrdoziyê bibin jî divê destê xwe deynin ser wijdana xwe û dengê xwe biavêjin. Divê ku em hevalê qewmê xwe bin. Me bi milyonan mirovê xwe bin ax kirin. Cih ji goristana re nema ye. Divê ku em bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan. Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina keleha zilmê ye. Erdogan rabe wele dê rewş ji salên 90'an xerabtir be. Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û nebûnê ye.”
 
‘HEKE KU ÇÛ EM Ê MIZGINIYA XÊRÊ BIGIRIN’
 
Ji dayikan Emine Alkiş jî got ku dayik êdî dixwazin zilm bi dawî bibe û ev tişt got: “Ji me dayikan re mizginiya herî mezin hilweşandina keleha zilmê ye. Em jî dixwazin ku zarokên me azad bijîn. Ev 23 sal in me tu xweşî nedit. Ji xeynî mirinê û şînê tişteke din nedît. Em jî weke hemû gelên cihanê dixwazin ji niha şûnde azad bijîn. Dixwazin ku ev hilbijartine bibe wesileya daxwazên me. Me rojên xweş nedîtin lê em dixwazin ku zarokên me û neviyên me bibînin. Heke ku ev desthilat çû wê demê em ê mizginiya xêrê bistînin û serbikevin bi destûra Xwedê.”
 
‘DIYARIYA HERÎ MEZIN ÇÛYINA ERDOGAN E’
 
Ji dayikan Asya Tay a bal kişand ser giringiya hilbijartinê jî, diyar kir ku dayik dê di 14'ê Gulanê de li ser sindoqan bin û ev tişt got: “Daxwaziya me ji vê 14'ê Gulanê ew e ku em serbikevin. Kesê ku ji neçariya xwe axa xwe terik kirî, di girtigehan de ye çavê wan li vê hilbijartinê ye. Heke ku ev desthilat bê guhertin heviya me heye ku dê xweşî jî çêbibe, aşitiyek çêbibe. Ji ber ku ev 21 sal in ji zilmê pêvetir me tişteke din nedît. 14'ê Gulanê ji me re rojeke girînge. Ji ber wê divê wê rojê em hemû xwedî li dengê xwe derbikevin. Ji bo me diyariya herî mezin ew e ku Erdogan biçe. Em dayik tenê xweşiyê dixwazin û aligirên aşitiyê ne. Ji bo pêkanîna aşitiyeke mayînde jî divê ev desthilat biçe.”
 
‘DIVÊ EM HEV RE VÊ DESTHILATÊ TÊK BIBIN’ 
 
Besna Erdogan, jî ji dayikan daxwaz kir ku biçin ser sindoqan û ev bang kir: “Ev hilbijartine ji bo me firsendeke, ji ber wê divê ku em kurd di vê hilbijartinê de bibin yek û bi hev re vê desthilatê têk bibin. Heke ku em bûn yek wê demê em ê bikaribin têk bibin. Kurd li ku be divê ku dengê xwe bikar bîne û xwedî li vîna xwe derbikeve.” 
 
‘DIVÊ EV DESTHILAT BIÇE’ 
 
Ji dayikan Nahîde Atmiş jî got: “Banga min li hemû jin, ciwan û dayikan e. Bila di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Her tiştek biha kirine, zilm zêde kirine. Ji bo wê divê ku ev desthilat biçe. Ji ber wê divê ku her dayikek bi wijdanî nêzikî vê hilbijartinê bibe. Bi destûra Xwedê em ê 100 parlamenterên xwe bişînin parlamentoyê û em ê serbikevin. Dê diyariya herî mezin ji me dayikan re bibe ev.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin