Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin

  • rojane
  • 12:45 12 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Bajar ji bo mitînga ku dê sibe were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.” 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê sibe li Amedê mitînga fînalê ya “Mitînga Mezin a Amedê” li dar bixe. Mitîng dê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû were lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) tev li mitîngê bibin. Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Koma Golgedekîler jî dê derkevin ser dikê. 
 
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê diyar kirin ku li bendê ne sibe zêdetirî 100 hezar kes tev li mitîngê bibe û wiha gotin: “Mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.” 
 
'AVAKIRINA JIYANA NÛ’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku ji bo têkbirina îktîdara zilm, talan û nelirêtiyan dê sibe saet di 13.00’an de biherikin Qada Îstasyonê û ev bang kir: “Em ê starta jiyana nû bi vê mitîngê bidin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê îktîdara zordest bînin.” 
 
Hevberdevk Pinar Sakik Tekîn jî bang li jinan kir û wiha got: “Ev mitîng dê bibe xebera têkbirina zîhniyeta faşîst.” 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî bi zaravayê dimilî bang li xelkê Amedê kir û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo temamiya gelê Amedê, li dayik, xwişk û birayên me ew e ku sibe tev li mitînga me ya fînalê ya Amedê bibin. Em ê vê faşîzmê bi hev re hilweşînin û li şûna wê aştî, xwişk-biratî û wekheviyê ava bikin.” 
 
'MITÎNGA SEKINANDINA ŞERÊ QIRÊJÎ’ 
 
Hevserok Zeyyat Ceylan jî ji bo mitîngê ev bang kir: “Ev mitîng di heman demê de li dijî zilma AKP-MHP’ê mitînga ‘êdî bes e’ ye. Mitînga rawestandina şerê qirêjî yê li dijî gelê kurd tê meşandin e. Ev mitîng dê rêya aştî û azadiyê veke. Lewma em weke mitîngeke dîrokî pênase dikin. Em di wê baweriyê de ne ku sedhezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bibin. Em dizanin ku Amed dê 12 parlamenteran derxîne. Em vê serkeftinê diyarî gelê xwe dikin. Em ê di 15’ê Gulanê de 2 cejnan bi hev re pîroz bikin. Yek cejna serkeftina hilbijartinê ye û ya din jî Cejna Zimanê Kurdî ye.” 
 

Sernavên din

14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin