ENQERE - Midûra Karên Nivîsê a MA'yê Dîren Yûrtsever jî di nav de doza 10 jê girtî 12 rojnamevanan dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê bê lidarxistin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29'ê Cotmeha 2022'yan de Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzleyuz û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî, sibê sibê cara ewil derkevin pêşberî dadger.
Nûnerên rêxistinên çapemeniyê û rojnamevan dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê dozê bişopînin. Rojnamevan bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin.