Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin

  • jin
  • 15:39 16 Gulan 2023
  • |
img

ÎZMÎR - ÎHD’ê bi rapora xwe eşkere kir ku di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatine kirin. 

 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirina mafên jinan a sala 2022'yan eşkere kir û hat gotin 504 binpêkirina mafan qewimîne. Rapor, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Cemîle Karakaya, metna çapemeniyê xwend. Karakaya da zanîn ku bingeha tundiya li ser jinê bi mijarên wekî derûnî, civaknasî, çandî, aborî û gelek mijarên di eleqedar e.  
 
Karakaya diyar kir ku li Tirkiyeyê bi taybet di demên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û got jin herî zêde li malên xwe bi tundiyê rû bi rû dimînin. Karakaya, destnîşan kir ku yek ji mijara herî zêde divê li ser bê sekinandin ketina meriyetê ya Peymana Stenbolê ye û got bi qasî tundiya malbatê ya li ser jinê zêde bûye ewqas jî tundiya dewletê çêbûye. 
 
Bi domdarî Karaya got ku jin ji ber jin in bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin û got li girtîgehan tecrîd, îşkence, binpêkirina mafan heye. Karakaya, wiha dirêjî da axafina xwe: “Ev rapor piştî berhevkirina gelek serlêdanan hatine berhevkirin. Rapora me di çarçoveya bajarên wekî Aydin, Afyon, Balikesîr, Mûgla, Manîsa, Uşak, Burdur, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê de hatine amadekirin. Di sala 2022’yan de 504 binpêkirina mafên jinan hatine tespîtkirin.” 
 
BINPÊKIRINA MAFÊN JINAN
 
Karakaş, binpêkirinên mafên jinan ên hatine kirin wiha rêz kir: 
 
“*Derbkirin, tundî, birîndarkirin, gefxwarin, şewitandin û ezyetên li dijî jinan: 83
 
*Tacîz, destdirêjî û êrişên zayendî: 40
 
*Cînayetên jinan: 62
 
*Daxistina cezayan ên di cînayetên jinan de, necezakirina di cînayetên jinan de, di darazê de alîgirtin: 12
 
*Gefên kuştinê yên li parêzerên jin hatine xwarin: 1
 
*Di birîndarkirina jinan de necezakirin: 1
 
*Di doza tacîza zayendî ya li dijî jinan de necezakirin: 1 
 
*Binpêkirina alîgirtina hêzên ewlekariyê ya di cînayetên jinan de: 4
 
*Di cînayetên jinan de biryara tehliyekirinê: 1 
 
*Îstîsmarên zayendî: 7
 
*Di doza îstîmara zayendî de biryara beraetê: 1
 
*Binçavkirin, şopandin û lêpirsînên derheqê aktîvîstên jin de: 3 
 
*Qedexekirina konserên hunermendên jin: 4
 
*Lêgerîna tazî ya di dema binçavkirinê de: 1
 
*Hewldana kuştina jinan û gefxwarin: 6 
 
*Şantaja li dijî jinan, dîlgirtin: 10 
 
*Tundiya li dijî jinê: 1
 
*Tundiya civakî ya li dijî jinê: 1
 
*Zexta zayendperest: 1 
 
*Tundî, zimanê zayendperest, êrişa zayendeperest, tacîza li ser medyaya dijîtal a li dijî jinan: 6
 
*Jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayîn: 56
 
*Dozên girtinê yên li saziyên jinan hatine vekirin: 1 
 
*Hewldana întîharê: 3
 
*Întîhar: 4
 
*Mirinên ji ber ketina ji cihên bilind: 4
 
*Jinên biyanî yên ji cihên bilind ketin û mirin: 1 
 
*Cînayetên jinên biyanî: 3
 
*Îltîcaya bersûcê cînayeta jinan û bicihneanîna daxwaza paşvegerandinê: 1
 
*Alîgirtina di darazê de: 1
 
*Gotina nefretê ya ku di xebatan de jinan hedef nîşan dide: 1
 
*Cînayetên kesên trans: 1
 
*êrişa homofobîk a li dijî muzîkjena trans: 1 
 
*Winda: 4
 
*Cezayên xweparastinê: 1
 
*Zexta dewletê ya li ser çalakiya aştiyane: 1 
 
*Tundiya hêzên ewlekariyê ya di çalakiyên aştiyane de: 3 
 
*Zexta ji bo fihûşê: 29 
 
*Di doza zexta ji bo kirina fihûşê de tunekirina delîlan: 1 
 
*Zexta li ser jina biyanî ya ku fihûşê pê bide kirin: 41 
 
*Belavkirina sûcê nefretê ya li dijî jinan a li ser medyaya dijîtal: 1 
 
*Di tundî û tacîza li dijî jinan de hêzên ewlekariyê mudaxale nekirin, alî girtin: 1 
 
*Zexta ji bo sîxûrtiyê: 8
 
*Tundiya hêzên ewlekariyê ya li dijî xebatkara çapameniyê: 1 
 
*Qada ne bi hîjyen a li girtîgeha jinan: 3 
 
*Desteserkirina alavên girtiyên jin: 2 
 
* Astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên jin: 3
 
*Pêşwazînekirina pêdiviyên sereke yên girtiyên jin: 3
 
*Hejmara zêde ya bi ser kapasîteyê ya li qawîşen jinan: 3
 
*Cezayên disiplînê yên keyfî yên li dijî girtiyên jin: 3
 
*Astengkirina çalakiyên civakî yên girtiyên jin: 3 
 
 *Astengkirina ragihandinê ya girtiyên jin: 3 
 
*Daxistina gramaja xwarinê ya li girtîgehan: 3 
 
*Şikandina alavên jinên girtî ya di bin navê lêgerîna li qawîşan: 2 
 
*Zexta lêgerîna tazî ya di dema sewqkirina jinên girtî de: 2 
 
*Li girtîgehê ezyeta li girtiyên jin ên edlî hatine kirin: 2 
 
*Bi awayekî keyfê şewitandina înfazên girtiyên jin: 4
 
*Nedayîna alavên girtiyên jin ên di dema sewqkirinê de: 2 
 
*Derengdayîna postayê û zêdekirina bihayê: 2 
 
*Xespkirina mafê telefonê û axaftina bi dîmen a li girtîgehan: 3
 
*Tacîza zayendî ya di dema binçavkirinê de: 1 
 
*Biryara beraetê ya di êrişa zayendî ya li dijî jinan de: 1 
 
*Xespkirina mafê hîndekariyê: 1
 
*Necezakirina di sûcê tacîza zayendî de: 1 
 
*Birîndarkirina jinên biyanî: 4 
 
*Êrîş û gefxwarinên li dijî jinan ên ji ber nasnameya etnîkî: 1 
 
*Binçavkirina jinên turîst a ji ber heqareta li dijî serokkomar: 1 
 
*Li cihê kar cihêkariya ji ber nasnameya zayendî: 1 
 
*Binpêkirina nepeniya jiyana azad a jinan: 1 
 
*Bi dayîna temaşekirinê ya fîlmê bi naveroka fîlmê zayendî  re tacîzkirina xwendekara keç: 1 
 
*Mirina jina koçber: 2 
 
*Tirsandin û gefên hêzên ewlekariyê: 4 
 
*Hewldana binçavkirina xwendekara jin: 1 
 
*Hedefnîşandana rêxistinkirina jinan: 1
 
*Tacîzên hêzên ewlekariyê: 1 
 
*Hewldanên greva birçîbûnê yên ji bo başkirina mercên girtîgehê: 1 
 
*Pêdayîna fatûreyên ceyranê yên zêde yên li girtîgehan: 2 
 
*Di hevdîtinên ji bo başkirina mercên girtîgehê de nêzikatiya biçûkxistinê ya rêveberiyê: 1 
 
*Zexta muayeneya bi destkelemçekirî ya di dema sewqên nexweşxaneyê de: 1”
 

Sernavên din

18/05/2023
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
13:51 Li Şengalê êrişî malekê hate kirin
13:44 Danişîna doza tacîza li zarok hate taloqkirin
13:31 Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin