Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn

  • rojane
  • 14:04 20 Gulan 2023
  • |
img
AMED/ ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ên di sala 1994’an de hatin windakirin pirsîn û li kujerên Husnu Kaçar Kaçar, Halîl Erzen, Rafet Ozer û Abdulcelîl Kaçar ên di heman salê de hatin qetilkirin pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 745’emîn de li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû hat pêk hat. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kûrûl û endamên Odeya Tabîban a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
 
Hevseroka Egîtîm Senê Necla Kûrûl di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî kes neyê windakirin. Bila ciwanên me b idi siberojê de neyên windakirin. Em li cem Dayikên Şemiyê ne. Bi salane dixwazin xeberê ji zarokên xwe bigirin. Ji ber bêcezahiştina dewletê hê jî li zarokên xwe digerin. Ji bo ev di siberojê de neqewimin em ê xebatên xwe bidomînin.” 
 
Vê hefteyê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ên di 18’ê gulana sala 1994’an de li navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin, hat pirsîn. Sekreterê ÎHD’a Amedê parêzer Yakûp Guven vê hefteyê daxuyanî bi zaravayê zazakî xwend. 
 
BO BÎRANÎNA HER SÊ QURBANIYAN DAXUYANIYA ZAZAKÎ
 
Daxuyaniya zazakî ku ji hêla Guven hat xwendin wiha ye: 
 
“Goreyê vatişanê keye û merdimanê vîndîkerdeyan; Tarîxê 18ê Gulane 1994î de saete heşt û nîmeyê sere sibayî de esker û cerdevanan bi tank û panzeran operasyon bi mezraya Gomakî (Çaylarbaşı) yê dewa Turalli kerd. Esker û cerdevanan hêrîş de heme şarî meydanê mektebî de kom kerdê û tewrê eşya û heywananê zereyî adir nayê heme ban û axûran a.
 
Dima ra Seyîthan YOLUR, Servet ÎPEK, Îkram ÎPEK, Abdulkerîm YOLUR, Saît YOLUR û Mehmet Nûrî YOLUR vistê zereyê yew erebeyî û ver bi qezaya Licêyî ya berdê. Abdûlkerîm, Saît û Mehmet Nûrî YOLURî veradîyayîşê xo ra dima vato ke; ‘Ma berdê Qereqolê Jendermeyî, ma bi şewe oca de mendê û roja bîne serê sibayî ma ameyê veradayîş. Ma eskeran ra aqûbetê ê hîrê kesanê bînan zî persayê, la ma ra vatê, ma ê berdê eskerîyayê zereyê YÎBOyî.’
 
Keye û merdimanê Seyîthan, Servet û Îkramî, wina dewam kerdê; Ma, hêverî ê hîrê kesanê ke veradîyayê dir qisey kerdê û dima ra seba ke aqûbetê merdimanê xo bimusê ma bi ûsûlê nuştekî muracaatê Fermandarîya Jendermeyê Qezayê Licêyî kerdê. La Fermandarîye, ma ra vat ‘Ma operasyonêko winasî nêkerdo û ma kes nêgirewto binçim’.
 
Badê cu ma pê hesîyayê ke eskerê Tûgayê Bolûyî ke ê tarîxan de a mintiqa de operasyon kerdo, ê eskeran Seyîthan, Servet û Îkram binçim kerdê. Ma muracaat bi kamcayî kerdo zî ma nêeşkayê çîyêk bimusê. Ma heta Fermandarîya Jendermeyî ya Ûmûmî zî müracaat kerd, la hewna zî ma nêeşkayê netîce bigîrê. A roje ra nat ma Îkram ÎPEK, Servet ÎPEK û Seyîthan YOLURî ra tu xebere nêgirewte. 
 
Nika zî ma semedê Îkram Îpek, Servet Îpek, Seyîthan Yolur û heme însanê ma yê ke binçiman de ameyê vîndîkerdiş yan zî bi cînayetanê sîyasîyan ke kerdoxî aşkere nîyê ameyê kiştiş, deqeyêk çalakîya roniştişî kenê.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 581’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Gelek parêzer û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li kujerên Husnu Kaçar, Halîl Erzen, Rafet Ozer û Abdulcelîl Kaçar ên di 17’ê gulana 1994’an de li Êlihê hatin qetilkirin, hat pirsîn. 
 
TÎMÊN TAYBET HER ÇAR GUNDIYAN QETIL DIKIN 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ercan Başer serpêhatiya her çar welatiyên hatin qetilkirin xwend û wiha got: “Bavê Husnu Kaçar, Omer Kaçar wiha dibêje; Malbata Kaçar li gundê Kişlacik ê bi ser navenda Sêrtê ve dijî. Husnu Kaçar, Abdulcelîl Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer ên gundiyên hev ji bo hewcedariyên cejnê diçin navenda Sêrtê. Leşker her çar gundiyan bi rê ve disekinîne. Leşker her çar gundiyan dibe Newala Qesaban a bi ser navenda Sêrtê ve. Her çar gundiyan li Newala Qesaban ji aliyê Tîmên Tevgera Taybet ve tên kuştin. Tê gotin ku her çar gundî di şer de hatine kuştin. Cenazeyên her çar gundiyan diavêjin Newala Qesaban û sîlehan datînin ber wan. Dema malbat diçin ku cenazeyên xwe werbigirin, leşker dibêjin ‘ev terorîst in’ û cenazeyan nadin wan. Malbat dibêjin ku medya dewletê ya wê çaxê her çar gundiyan wek ‘terorîst’ nîşan didin û nûçeya wan serwîsî raya giştî dikin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

23/05/2023
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN