ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de çalakî li dar xist û ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê.
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. ÎHD’ê bi rasthatina Hefteya Windayan ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêt behrê.
Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û xwest dawî li polîtîkaya nedîtina windayan û darizandin û cezakirina kujeran bê anîn û xwest dawî li polîtîkaya înkar, bêcezahiştinê û demboriyê bê anîn û demildest kujer bên darizandin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.