Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin

  • rojane
  • 13:11 22 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan ê di daxuyaniya têkildarî hilbijartina Serokkomariyê de axivî wiha got: "Banga me ji gelê me re ew e ku biçin ser sindoqan, AKP'ê û MHP’ê bişînin û xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin."
 
Koordînasyona Agahdarkirinê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li bûroya xwe ya hilbijartinê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyaniyek da. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn alên Partiya Çepên Kesk û pankartên bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa "Deng bidin, sindoqan biparêzin, yek zilamî bişînin" hatin daliqandin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan ê ewilî axivî, destnîşan kir ku ew bi pêvajoyeke antîdemokratîk çûne hilbijartinê û desthilatê hemû derfetên dewletê ji bo hilbijartinê bi kar anî ye. Ceylan, diyar kir ku di 14’ê Gulanê de desthilat û hevkarên wê gelek nelirêtî kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Aşkeraye ku çawa bi sindoq û dengan lîstine û dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê nivîsandine. Li hêlekî jî diyare ku pêşiya hilbijartinê çawa operasyonên qirkirinê yên siyasî kirin. Ji bo ku bêûsuliyên dikin dernekevin holê gelek kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Her wiha dîsa gelek parêzerên ku wê li ser sindoqan bixebitin hatin binçavkirin û girtin. Desthilata faşîst a AKP'ê di zextên xwe yên beriya hilbijartinê de tu sînor nas nekir.”
 
‘EM Ê BI MILYONAN KURDAN BIŞÎNIN SER SINDOQAN’
 
Ceylan, da zanîn ku encamên hilbijartinê yên tûra yekemîn ne li gor xwestekên wan in, lê gelê kurd bi Erdogan da windakirin. Ceylan, spasiya xwe pêşkeşî welatiyên ku xwedî li sindoqan derket kir û bi domdarî wiha got: “Siyaseta kurdan, di tûra yekemîn de nehişt desthilata AKP’ê serbikeve. Em ji niha û pê ve jî destûrê nadin polîtîkayên zext û bêûsuliyên AKP’ê yên tûra yekemîn. Em ê di van 6 rojên dawî de bi milyonan mirovan qaneh bikin ku biçin ser sindoqan. Careke din banga me ji gelê me re ew e ku bila biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin, AKP-MHP’ê bişînin û xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin.”
 
‘EM Ê HER TIM LI VIR BIN’
 
Pişt re Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça ya axivî, destnîşan kir ku wan careke din rengîniya Partiya Çepên Kesk a bi nasnameyên cûda û bi piraniya jinan nîşan da û wiha got: "Em li vir in, bibiryar in û em ê her tim jî li vir bin. Çi tiştê ku AKP û MHP bide gelê me nemaye. Heta duh li Stenbolê êriş li ciwanên kurd ên govend gerandin kirin. Bi derbkirinê binçav kirin. Ji bo bibin bersiva Soylû û yawerên wî bila her kes biçe ser sindoqan. Li Amedê ser afîşên xwe yên hilbijartinê ‘A rastî Erdogan’ hatiye nivîsandin. Belê raste ‘bi rastî’ jî Erdogan ji bo ku hilbijartinê qezenç bike hemû tûndî û zextan dike, dest ji binçavkirin û girtinan naberde.”
 
 

Sernavên din

23/05/2023
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN