ENQERE - Parêzvanên Şaredarê Mamakê yê AKP’yî Musa Kose êrişî muşahîdên Partiya Çepên Kesk kirin.
Şaredarê navçeya Mamaka Enqereyê Mûsa Kose ji bo raya xwe bide çû Lîseya Meslekê ya Battlagazî. Li dibistanê parêzvanên şaredar, êrişî muşahîdên Partiya Çepên Kesk kirin. Şaredar bi nêzî 100 parêzvanan re çû dibistanê. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk jî xwestin dîmenên wê kêliyê bigirin. Lê parêzvanan êrişî muşahîdan kir. Polîsan mudaxileyî rageşiyê kir.
Berpirsê dibistanê yê Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrişê da û got: “Dixwazin zextê li ser gel bikin û gel bitirsînin.”