NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şoreş Xidir da zanîn ku wê di 22-24’ê tîrmehê de li Lozanê kongreyeke neteweyî lidarbixin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê, bi tevlîbûna hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê Swîsreyê, kongreyek neteweyî û mezin lidarbixe. Li ser vê mijarê endamê KNK’ê Şoreş Xidir ji Rojnewsê re axivî.
Şoreş Xidir da zanîn ku Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên hemberî neteweya kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirine. Şoreş Xidir got ku di salvegera sedsaliya vê peymanê de, dem hatiye ku kurd li dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.
Xidir destnîşankir ku KNK projeyeke neteweyî û nîştimanî weke erkeke xwe dizane û wiha dom kir: “Bivê armancê em dixwazin di 22-24’ê tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyek neteweyî ku pêkhateyên her çar parçeyên Kurdistanê tev li bibin, li dar bixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat, wê xebat bên meşandin. Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamosteyên zanîngehê dikin ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”
Di dawiyê de endamê KNK’ê Şoreş Xidir ragihand ku ew ê bi alîkariya hemû kes û partiyên siyasî yên di nava KNK’ê de hemû astengiyan ji holê rakin û got; “Hêvîdarim em bikarin encamek baş bidest bixin.”