MÊRDÎN - Li Mêrdînê serpelê bi navê A.Y.T. bi erebeya xwe li leşkerê bi navê Hayrettîn Ercan xist. Ercan ê li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Artûklûya Merdînê 9’hezîranê, serpelê bi navê A.Y.T. bi erebeya xwe li ser rêya Mêrdîn û Midyadê li derdora termînalê li leşkerê bi navê Hayrettîn Ercan xist. Ercan li Îdirê leşkeriya bi darê zorê dikir, ji bo destûrê di 8'ê hezîranê de hatibû Mêrdînê. Ercan şevê li maleke xizmekî xwe derbas kir. Xizmekî Ercan 9’ê hezîranê, ji bo ku Ercan derbasî gundê Dêriş a navçeya Stewrê bibe wî danî otogarê. Ercan dema ku derbasî aliyê din ê rê bû, erebeyeke sivil lê dixe û wî bi giranî birîndar dike. Ercan ê bi giranî birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê. Ercan ê dihat tedawîkirin, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ercan ji hêla malbatê ve li goristana gund hate veşartin.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hat zanîn ku yê bi erebeya xwe li Ercan xistiye, serpêlê bi navê A.Y.T. bûye.