ŞIRNEX- Ji 10 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, 6 kes hatin girtin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 12'ê hezîranê de tevgera tîmên taybet a polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan jî di nav de welatiyên bi navê Lokman Abî, Devrîm Abî, Mehmet Cîn, Saît Acar, Yûsûf Bor, Cemal Bor, Davût Borak û Nasrettîn Aşan hatin binçavkirin.
10 kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, îro sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Emre Yacan, Nasrettîn Aşan, Yusuf Bor û Mehmet Cîn hatin berdan.
Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Zerife Borak, Lokman Abî, Davut Abi, Sait Acar, Devrim Abi û Cemal Bor jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 6 kes bi hinceta ku "şahidê nepen" îfade li ser wan daye, hatin girtin.