DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne

  • rojane
  • 11:42 16 Hezîran 2023
  • |
AMED - DFG û MKGP ku têkildarî 15 rojnamevanên sala par di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin daxuyanî dan, wiha gotin: “Kedkarên Çapemeniya Azad wekî duh, wê îro jî û sibê jî ji desthilatên ku wê bên re, serî netewînin û Çapemeniya Azad dê her tim bibe dengê heqîqetê.”
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) tekildarî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatin girtin li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta nivîsa  “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” li ser dinivîsî û wêneyên rojnamegerên girtî li ser bûn hat vekirin. Hevalên rojnamegeran, endam û rêveberên DFG’ê, MKGP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk tev li daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê ya bi tirkî ji hêla endamên DFG’ê rojnameger Selman Çîçek û ya bi kurdî jî, ji hêla endama MKGP'ê rojnameger Rojda Aydin ve hat xwendin.
 
Aydin, di daxuyaniyê de diyar kir ku zextên li ser rojnamegerên di hedefa desthilatê de ne her roj zêde dibin. Aydin da zanîn ku desthilat û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya kurdî û kurdan di serê sala 2022'yan de bi awayekî zêde domand. Tevî ku derbarê hempîşeyên me de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.”
 
BINÇAVKIRINÊN PÊŞIYA HILBIJARTINÊ
 
Aydin, bi lêv kir ku daraza di bin kontrola desthilatê de tev digere bi operasyona 8'ê hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin. Aydin bi bîr xist ku piştî binçavkirina 8 rojan di 16'ê hezîranê de 16 kedkarên çapemeniya azad hatin girtin û ew şandin girtîgehê û wiha berdewam kir: “Bi îddiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de bi sedan rûpel îddianame hat amadekirin. Kedkarên çapemeniya azad bi awayekî nehiqûqî şandin girtîgehê. Dîsa dema ku ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re demeke kin mabû darazê dîsa Çapemeniya Azad kir hedef. Tevî nûçegehîna JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer gelek kedkarên Çapemeniya Azad di 25'ê Nîsanê de, bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di 5'ê Nîsanê de jî jê 5 kes hatin girtin. Di rojên ku 5 rojnameger hatin girtin de bi operasyoneke nû Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin.”
 
'MAFÊ CIVAKÊ TÊ ASTENGKIRIN'
 
Aydin, anî ziman ku ji bo mafê girtina nûçeyan a civakê bê astengkirin tê xwestin Çapemeniya Azad bê bêhn bimîne û darazê ev yek ji xwe re kiriye peywîrek. Aydin, destnîşan kir ku 9 hevalên wan yên ku nêzî 6 mehan di Girtîgeha Sîncanê de hatin girtin piştî hilbijartinê di 16'ê Gulanê de bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan û wiha lê zêde kir: “Dîsa Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş duh (15'ê Hezîranê) hat berdan. Hevalên me li dijî zextên desthilatê tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedan. Ew her tim bûn dengê civak, zarok û jinê. Loma jî helwesteke nêzî desthilatê nîşan nadin, berovajî vê yekê ji bo vêya ji holê rake dixebite û ev yek ji xwe re kiriye armanc. 15 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin.”
 
'EW Ê ÇAPEMENIYA AZAD HER TIM BIBE DENGÊ HEQÎQETÊ'
 
Aydin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila desthilat, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; Kedkarên Çapemeniya Azad wekî duh wê îro jî û sibê jî ji desthilatên ku wê bên re, serî netewînin. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê paş ve gavê neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

16/06/2023
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû