Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek

  • rojane
  • 09:40 17 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Aktîvîsta jin Helene Erîn, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bêdeng bê mayîn û anî ziman ku li dijî tecrîdê ew ê bi hemû beşên Ewropayê re bibin yek. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. 2 salan zêdetire jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Çalakiya nobetê ya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ku 25’ê hezîrana 2012’an li qada ku Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê hatiye destpêkirin, 11 sal in bê navber didome. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Helene Erîn ku ji roja ewil ve di çalakiyê de cih digire û demekê berpirsa Têkiliyên Derve ya çalakiya “Nobeda Azadiyê” bû, li ser tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên wê yên li dijî vê nirxandin. 
 
PARADÎGMA BÛ WESÎLEYA HIŞYAR BÛNÊ
 
Erîn, bi bîr xist ku bi anîna Abdullah Ocalan a komploya navnetewî ya Tirkiyeyê re, tecrîd û îzolasyon ji nû ve hate dizaynkirin. Erîn, bal kişand ku armanca tecrîdê ew e ku di navbera Abdullah Ocalan û gelê kurd de têkiliyek çênebe. Erîn, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê bi salan e ji bo Abdullah Ocalan bide ji bîr kirin polîtîkayeke tund dimeşîne û destnîşan kir ku berovajiyê vê yekê di pêvajoya 24 salan de fikrên Rêberê PKK’ê di serî de gelê kurd ji aliyê hemû gelên li dijî pergalê ve xwedî lê hate derketin. Erîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Paradîgmaya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji bo jinan bû wesîleya hişyarbûnê.”
 
BERXWEDANA GELÊ KURD
 
Erîn, diyar kir ku di çarçoveya geşedanên li Rojhilata Navîn de 2 salan zêdetir e tecrîdeke “teqez” li Abdullah Ocalan tê pêkanîn û têkildarî sedemê vê pêkanînê ev tişt gotin: “Berxwedana Ocalan a li dijî her cure êrîşan bi salan e dibe sedem ku gelê kurd jî li ber xwe bide. Her ku Ocalan li ber xwe dide, gelê kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Berxwedana wî, biryardarî û hezkirina berxwedanê dide gelê xwe. Di çarçoveya geşedanên Rojhilata Navîn de ji bo ku berxwedana gelê kurd bi dawî bibe tecrîd hate kûrkirin. Her wiha dengê Ocalan ê li derve belav dibe, rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê yên li ser destkeftiyên gelên herêmê digire.”
 
‘NIKARE JI TECRÎDÊ RE BÊ BÊDENG MAYÎN’ 
 
Erîn, diyar kir ku tecrîd li hemû civakê belav bûye û wiha pê de çû: “Mirov ditirsin ku fikrên xwe bînin ziman. Dîsa pêkanînên dijhiqûqî yên li Îmraliyê îro belavî hemû girtîgehan bûne. Bi taybetî di nava 3 salên dawî de li Tirkiyeyê ne azadiya çapemeniyê ne mafên mirovan ne jî hiqûq nemaye. Niha Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî. Tecrîdek li ser gelan tê ferzkirin, lê herî giran li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Li dijî vê tecrîdê êdî nikare bê deng bê mayîn.”
 
‘CPT TECRÎDÊ ERÊ DIKE’ 
 
Erîn, qala serdana CPT’iyê ya li Îmraliyê û bêdengiya piştî wê kir û wiha got: “Ev bêdengiya saziyên navneteweyî yên li Ewropayê yên weke CPT’iyê tê wê wateyê ku tecrîdê erê dikin. CPT serdanek kir û ji bo aşkerakirina encamên vê serdanê pêwîstî bi erêkirina Tirkiyeyê heye. Lê belê eger li dijî tecrîd û sûcên li dijî mirovahiyê yên li wê derê bêdeng be jî; Wekî ku min got, ev tê wê wateyê ku tecrîdê erê dike. Tevî ku CPT li ser mijarê neaxive jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘EM Ê ASTA ÇALAKIYA XWE BILIND BIKIN’ 
 
Erîn, bi lêv kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê asta çalakiyên li Ewropayê bimeşînin bilind bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke gelê kurd û dostên wan me ji xwe di nava têkoşîna li dijî tecrîdê de girtibû lê em ê bi vê sînor nemînin. Em ê hewl bidin kesên li Ewropayê li ber xwe didin û têdikoşin jî tev li têkoşîna xwe bikin. Em ê kesên li Ewropayê li dijî pergalê li ber xwe didin û têdikoşin qaneh bikin ku tev li têkoşîna me bibin. Bi taybetî jî kesên di nav têkoşîna jinan de cih digirin ên weke parêzer û ciwanan em ê herkesê li têkoşîna xwe zêde bikin. Divê em têkoşînê bikin yek û li dijî tecrîdê pêleke kûr ava bikin. Di dawiya dawî de yên ser bikevin dê bibin em, dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qezenc bike. Em ê ji bo wê bixebitin û asta xwe hin bilindtir bikin.”
 
MA / Ergîn Çağlar
 

Sernavên din

20/06/2023
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin