DÊRSIM - Yek ji şahidên Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, koça dawî kir.
Yek ji şahid û mexdûrên Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş ê 92 salî ku 10 roj bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest dan.
Dapîra Hidir Guneş a ku di 7 saliya xwe de di navbera salên 1937-38'an de li Dêrsimê şahidiya qetlîama ku ji gundê wî 12 welatiyên gundê wî bi çekên giran hatin gulebarankirin jî li ber çavên wî hat qetilkirin. Guneş û malbata xwe 3 meh xwe li daristanê veşartibûn. Malbata Guneş 9 salan li Manîsaya li sirgûnê ma, paşê vegeriya û li Dêrsimê bi cih bû.
Cenazeyê Guneş wê sibê li gundê Kizikê yê navçeya Pulurê bê definkirin.