* Cotkarên Hewagê diyar kirin ku li ser çandiniyê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê belê ew li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û wiha gotin: "Dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin."
* Îhsan Elîaçik diyar kir ku kapîtalîzm bi destê AKP'ê bi kirasekî dînî tê meşandin û wiha got: "Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 832’yan de bidome.
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê bernameya xwe ya cejnê li navçeyên Elbak, Payîzava û Westanê yên Wanê bidomîne. (09.00-17.00)
* Bi boneya 30’emîn Komkujiya Madimaqê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (15.00-19.00)
* 7’emîn Kongreya Asayî ya Amedsporê dê li Tesîsên Şehmûs Ozer bê lidarxistin. (16.30)