*Cotkaran ragihand ku ji bo stendina mehsûlan TMO guh li wan nake û gotin ku ger depo neyên çêkirin, dê cotkar mexdûr bibin û dê keda wan têkeve destê rantxuran.
*Endama Koalîsyona Edaleta Avhewayê ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş anî ziman ku AKP û sermayedar qadên daristanê veguherandine "navenda rantê" û got ku ew ê tevî gel li dijî vê têkoşîna ji bo ekolojiyê xurttir bikin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 833’yan de bidome.
* Kesên di Komkujiya Çorumê de hatibûn qetilkirin dê li bajarên cuda bi çalakiyên cuda bên bibîranîn. (10.00)
* 26’emîn danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00-17.00)
* Doza amirê polîsan Sirri Erdogan ku êrişî parêzer Serkan Karakş kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.30)
* Doza têkildarî qetilkirina Fîrdevs Babat a li bajarokê Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (11.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe serdana rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê. (10.00-17.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê têkildarî Doza Kobanê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ