Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin

  • rojane
  • 09:24 3 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de li Efrînê 12 welatî kuştin, 173 hatin revandin û 6 wargehên mêtingeriyê hatin avakirin. 

Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 20’ê kanûna 2018’an de li dijî Kantona Efrînê êrişeke berfireh dan destpêkirin. Yek ji mezintirîn planên êrişê jî guherandina demografyaya Efrînê bû. Di çarçoveya planê de xelkê resen ê Efrînê hate qetilkirin, revandin, mal û milkê wan hate desteserkirin û ji bo koçberkirinê her cureyên zextan lê kirin. Ajansa Nûçayan a Hawarê (ANHA) daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê yên di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de dane ber hev û têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter raporek parve kir. 
 
KUŞTIN Û REVANDIN
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê; di nava 6 mehan de 12 welatî ku 4 jê ji heman malbatê bûn, di şeva Newrozê (20’ê Adarê) de li Cindirêsê hatin kuştin. Her wiha 173 kes jî bi hincetên bêbingeh û ji bo wergirtina fîdyeyê hatin revandin. 
 
BI HEZARAN DAR HATIN BIRÎN
 
Rêxistinê da zanîn ku dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe mayînde bike, bi zanebûn daran dibire û dike êzing. Rêxistin diyar kir ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 15 hezar û 500 darên darên zeytûn, gûz, behîv, darên fêkiyan û hwd. birîn. Her wiha zêdetirî hezar darên din jî birîne. Di heman demê de zêdetirî 70 hektar zeviyên genim û ceh jî şewitandin.
 
XANIYÊN BO KOMÊN PARAMÎLÎTER HATINE AVAKIRIN
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk ji bo guherandina demografyaya herêmê, li gel dewlet û rêxistinên ereban li Efrînê 6 qadên mêtingehê ava kirine û navên wan wiha hatin parvekirin: 
 
* Ecnadîn Filistîn: Di di 4’ê kanûna 2023'yan de li navçeya Cindirêsê hate vekirin û ev avahî bi piştgiriya rêxistina Ecnad El Îslam a filistînî ve hatin avakirin. Malbatên koma paramîlîter a Ehrar El Şamê di 40 xaniyên wê de hatine bicihkirin. Di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên Cindirêsê hatine avakirin. Xwediyê erd jî Hesen Mecîd û Mûrad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabetayê ne. Her du welatî jî bi darê zorê ber bi Kantona Şehbayê ve hatine koçberkirin.
 
* El Keramê:  Saziya Xêrxwaziyê ya Qeterê di 12'ê sibata borî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha ‘Bajarê El Keramê’ li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. Hinceta wê jî weke ‘jinûveavakirina xaniyên di erdheja 6’ê sibatê hilweşiyayîn’ nîşan da. Lê piştî avakirinê, komên paramîlîter lê bi cih kir. 
 
* Gundê Qeterî 2: Meclisa Xwecih a Efrînê û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4'ê Gulana borî de mêtingeha ‘Gundê Qeterî 2’ li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewayê vekir.
 
* Koma paramîlîter a Sûltan Silêman Şah mêtingehek li navçeya Mebatayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.
 
* Komeleya ‘El Eyedî El Beyda’ mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.
 
* Di çend rojên dawîn de dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Çiyayê Lêlûnê mêtingeheke nû ava dikin. 
 
DESTDIRÊJÎ
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê; komên paramîlîter ên dewleta tirk di nava hefteyekê de destdirêjî li 2 zarokên temenên wan 10 û 14 kirin. 
 
Di heman de gelek sûcên weke dizî, talan û tiryakfiroşiyê tên kirin. 
 

Sernavên din

04/07/2023
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da