KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da

  • rojane
  • 16:18 7 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ev nêzî 2 meh in li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kir ku bikeve nava tevgerê.
 
Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku nêzî 2 meh in li Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne û û hat gotin ku li girtîgeha ku her du girtî lê tên ragirtin sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir bûye midûr.
 
'TI TÊKILIYA WAN BI KUŞTINA ELEMANÊ MÎT’Ê RE NÎNE'
 
Daxuyaniya KCK'ê ku di ANF'ê de hatiye weşandin, wiha ye:
 
"Ji raya giştî re hat eşkerekirin ku Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên di girtîgeha Hewlêrê de zêdetirî 50 roj in di greva birçîbûnê de ne û hin sazî jî ji bo balê bikşînin ser vê rewşê daxuyanî dane. Divê şert û mercên van her du girtiyên ku ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê gel û raya giştî ya demokratîk ve bên zanîn û bên parastin. Beriya her tiştî derbarê van her du girtiyan de agahiyên şaş ji raya giştî re hatine dayîn. Pêwîst e ev agahî werin sererastkirin û derbarê Mazlûm Dag û Abdurrahman Erd de raya giştî rast bê agahdarkirin. Li Hewlêrê di kuştina endamê MÎT’ê de rasterast ti eleqeya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er nîne û cihê xwe di wê çalakiyê de negirtine. Tenê alîkarî dane hevrêyên ku çalakî pêk anîne.
 
ENDAMÊ MÎT'Ê YÊ HAT KUŞTIN FERMANA QETILKIRINA HEVRÊ HELMET DABÛ
 
Endamê MÎT’ê yê hate kuştin fermana qetilkirina şoreşgerê hêja hevrê Helmet ê ji Başûrê Kurdistanê dabû. Ji ber vê yekê ev kes hate hedefgirtin û gulebarankirin. Nayê fêmkirin ku çima PDK’ê ji kuştina kesek ku di qetilkirina lehengê hêja yê gelê Başûrê Kurdistanê hevrê Helmet ku jiyana xwe ji bo doza Kurdistanê feda kir û ji aliyê her kes ve dihate hezkirin bêzar dike. Fêmkirina vê ne pêkan e. PDK’ê vê nerehetiyê bi êşkencekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê nîşan dide. Girtiyan jî li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev nerehetiya PDK'ê û helwesta ku ji ber vê yekê girtiye, nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Divê raya giştî, saziyên sivîl, saziyên demokratîk û raya giştî bizane ku li girtîgeha Hewlêrê êşkence tê kirin û piştgiriyê bidin du girtiyên li dijî êşkenceyê ketine greva birçîbûnê.
 
HEKE TIŞTEK WERE SERÊ WAN WÊ PDK BERPIRSYAR BE
 
Her wiha, rewşeke din a li ser van her du girtiyan heye ku dewleta tirk a dagirker ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er di girtîgehê de qetil bike, planek çêkiriye. MÎT ji bo van her du girtiyan li girtîgehê qetil bike, hin ajan rêxistin kirine û xwestine her du girtiyan qetil bikin. Hin ajanên ku sîxurên MÎT'ê bûn û ji bo vê qetlîamê jî hatibûn wezîfedarkirin, ji aliyê hêzên me ve hatin girtin. Yek ji wan sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir e. Ev kes berê midûrê girtîgehê bû. Ji bo di girtîgehê de hinek girtiyan rêxistin bike, MÎT’ê ji bo pêkanîna qetlîamê ev kes peywirdar kiriye û ji bo vî tiştî pere daye wî.  Piştî qetlîamê wê pereyekî mezin bidana wî. Ji ber vê yekê şert û mercên girtiyan krîtîk e û planên li ser wan jî giran e. Mazlûm Dag û Abdurrahman Er di destê PDK'ê de ne. PDK ji can û ewlekariya wan kesane berpirsiyar e. Hemû tiştên ku li dijî wan were girtin, di bin berpirsyariya PDK’ê ye û divê her kes vî tiştî bizanibe.
 
Beriya ku derengî bikeve em bang li hemû saziyên demokratîk û hemû kesên hestiyar dikin ku li dijî êşkenceya li ser van girtiyan têbikoşin, ji bo parastiyan jiyana wan têkevin nav hewldanan û xwedî li van girtiyên di greva birçîbûnê de derkevin. Divê bi lezgînî bi van girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin were kirin, rewşa wan were dîtin û li wan were guhdarîkirin.”

Sernavên din

08/07/2023
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê