‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'

  • jin
  • 09:04 28 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA -Sed sal berê bi peymanên wekî Sykes-Pîcotê û Lozanê erdnîgariya kurdan hat parçekirin û sînor hatin danîn û kurd bê statu hatin hiştin. Di vî sedsalê borî de pirsgirêkên kurdan ku li nava 4 dewletan hatin payêkirin, bi tu awayî nehatin çareserkirin. Berecajî, her çû mesleeya kurd bû meseleyeke navneteweyî. Lê belê kurdên ku bêstatu hatin hiştin, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şorşea Rojavayê bersiva vê yekê dan û ji bo hemû gelan bûn hêvî û li dijî modernîteya kapîtalîst ku gelên cîhanê difetisîne, dest bi avakirina Modernîteya Demokratîk hat kirin. 
 
Jinên ku bi Lozanê re bûne hedefa herî mezin a polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê, pêşengiya Şoreşa Rojavayê kirin. Endama Kongra Starê Menal Mihemed Şoreşa Rojavayê û Peymana Lozanê nirxand. 
 
BERIYA ŞOREŞÊ REWŞA JINAN
 
Mihemedê bilêv kir ku hemû cîhan Şoreşa Rojavayê wekî şoreşa jinê nas dike û got: "Şoreş bi pêşengiya jinên kurd gur bû." Mihemedê anî ziman ku beriya şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji aliyê rejîma Baasê ve tune dihatin hesibandin û got: "Hemû jinên dixwestin li se rpêyên xwe bisekinin, ji bo pergalê talûke bûn. Jinan ji civakê dûr dixistin. Jin hem li malê hem jî li derve tune dihatin hesibandin. Li tu qadeke jiyanê roleke jinan tune bû. Ne pêkan bû ku jin siyasetê bikin. Polîtîkayên tunehesibandinê, di asta herî jor de bûn. Jin di bin navê namûsê de dihatun qetilkirin. Mafên jinan tune bûn. Kesî nikaribû doza heqê xw ebike. Lê tevî hemû astengî û qedexeyan jî di sala 2005'an de Kongra Star hat avakirin. Civînên xwe bi zor û zehmetiyeke mezin kir û jib o xw ebigihîne jinan pir ked da. Ji bo rêxistinkirina jinan pir têkoşiya." 
 
JIYANA NÛ 
 
Mihemedê ku got "Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê re jin tevî hemû polîtîkayên tunehesibandinê jî li refên herî pêş cih girtin" destnîşan kir ku jinên kurd xwe li heû qadên jiyanê birêxistin kirine û di hemû astên şoreşê de rol girtine. Mihemedê anî ziman ku jinan bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xweparastina xwe ava kirine û wiha pê de çû: "Jinan tenê xwe bi rêxistin nekir. Di rêxistinkirina civakê de jî pêşengî kirin. Di nava Rêveberiya Xweser de cihgirtina jinan, bi pêşengiya Kongra Starê pêk hat. Kurd, ereb, tirkmen, suryanî hemû jin di nava Meclisên Gel de cih girtin û gav bi gav jiyana nû ava kirine." 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TARÎTIYÊ
 
Mihemedê bal kişand ser rola jinê ya di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de û wiha domand: "Jin li dijî çeteyên wekî DAIŞ'ê di refên herî pêş d eşer kirin û şoreşê parastin. Ev helwesta jinan bû sedema êrişên dewleta tirk kû naxwaze li vir Modernîteya Demokratîk bê avakirin. Dewleta tirk xwe bi xwe rêvebirina jinan wekî talûkeyekê diehsibîne. Jinên ku di têkoşîna li dijî tarîtiyê de pêşengî kirin, ji ber vê hedef hatin girtin û tên girtin. Armanca Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yusra Derwêş û hemû jinên di êrişên bi SÎHA'yan ên dewleta tirk de hatin qetilkirin, avakirian civakeke li ser asasên 'Azadiya Jinê, Ekolojiyê û Dmeokratîkbûyûnê' bû. Heya dawiya jiyana xwe ji bo vê têkoşiyan. Jin tu carî dest ji vê armanca xwe bernedan. Jin hîn bûn ku xwe biparêzin û dê hew ji vê xweperastinê bêpar bimînin. Em soz didin wan; em ê xwedî li têkoşîna wan û armancên wan derkevin û jiyana ku wan xeyal kiribû ava bikin." 
 
‘LOZAN DÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN BÊ NIVÎSANDIN'
 
Mihemedê bibîr xist ku Kurdistan sed sal berê bi Lozanê dabeşî çar parçeyan hatiye kirin û got: "Li her çar parçeyan êrişên bêhempa hatin kirin li hemberî kurdan. Ên herî zêde rastî êrişan hatin jî jin bûn." Mihemedê destnîşan kir ku jin di her wextî de li dijî polîtîkayên qirker û tunehesibandinê têkoşiyane  û got: "Jin tu carî li ber vê tunehesibandinê serî netewandin. Her tim li ber qirkirinê rabûn û gotin, 'ez hebûm, ez ê hebim.' Şoreşa ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, bersiveke herî xurt e li dijî Lozanê. Dê Lozaneke nû bi têkoşîna jinan bê nivîsandin. Dê sedsala nû bibe ya jinan. Alternatîfa Lozanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser e ku ji bo hemû gelan cihê hêviyê ye. Dê jin bi têkoşîna xwe lOzanê bavêjin ser sergoyê dîrokê. Di sedsala nû de dê bersiva jinan a ji bo hêzên navneteweyî Konfederalîzma Demokratîk be." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

31/07/2023
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'